Soza Hollande ya ji bo kêmkirina bêkariyê bû xeyalek
Soza Hollande ya ji bo kêmkirina bêkariyê bû xeyalek
Soza Hollande ya ji bo kêmkirina bêkariyê bû xeyalek
Li Fransayê, tevî hemû sozên hikûmetê jî hejmara bêkariyê her zêde dibe. Li gel kêmbûneke biçûk a di meha Cotmehê de, rêjeya bêkariyê di meha Mijdarê de careke din zêde bû. Bi vî rengî ne pêkane ku soza Serokkomar Françoîs Hollande ya heta dawiya 2013'an bêkarî were kêmkirin, bicih bê.
Li gorî daneyên Saziya Peydakirina Kar û Karkeran a Fransayê (Pole-Emploî, di meha Mijdarê de hejmara bêkarên di kategoriya A (bi temamî bêkar e) 17 hezar û 800 zêde bû û gihaşt 3 mîlyon û 293 hezar kesan. Dema herêmên li aliyê din ên deryayê li vê hejmarê were zêdekirin, bi zêdebûna 17 hezar û 500 kesan re hejmara bêkariyê gihaşt 3 mîlyon û 555 hezar kesan. Bi vê zêdebûna di meha Mijdarê de, kêmbûna bêkariyê ku piştî 30 mehan yekemcar di meha Cotmehê de pêk hat, careke din zêde bûn.
Dema hejmara bêkarên bi part time dixebitin lê were zêdekirin, bi kêmbûnek ji 8 hezar û 200 kesan, ev hejmar daket 5 mîlyon û 174 hezarî.
Li aliyê din, kêmbûna serlêdana bêkarên di kategoriya A de, weke pêşketineke erênî tê balê dikşîne. Li Fransayê ku di çaryeka destpêkê ya sala 2013'an de derdora 30 hezar kes weke bêkar hatin qeydkirin, ev hejmar di çaryeka duyemîn de mehane 18 hezar û û di çaryeka sêyemîn de jî bi 5 hezar û 500 kesan kêm bû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêjeya bêkarên qeydkirî yên li welêt nêzî 508 roj in bê karin. Her wiha hat gotin ku rêjeya kesên ev 3 sal in bêkarin, di sala dawî de ji sedî 17 zêde bû û rêjeya bêkariya di nava mirovên ji 50 salî mezintir, ji sedî 12 zêde bûye.
DOZA HOLLANDE DÊ BICIH NEYÊ
Françoîs Hollande yê ji Partiya Sosyalîst ku di meha Gulana 2012'an de bû Serokkomar, soz dabû ku heta dawiya vê salê dê rêjeya bêkarên di kategoriya A de kêm bibe. Lê belê ev soza Hollande vê gavê bicih nehat. Di ser re hejmara bêkaran zêde bû. Ji ber kêmnebûna rêjeya bêkariyê gelek derdor ji polîtîkayên Hollande û hikûmetê nerazî ne.
Hikûmetê ji bo soza Hollande bicih bîne îsal alîkariya malî da kargehan û bi wan re 450 hezar peymanên demî yên kar da morkirin. Her wiha ji bo ciwan li qadên kar bên bicihkirin, 100 hezar peymanên nû xist meriyetê. Lê belê ev hewldan, ji bo bêkariya demdirêj nabe çare. Ji xwe alîkariyên bi van peymanan re bi kargehan tê kirin, bi tenê di çarçoveya dema peymanê de ne. Piştî bidawîbûna vê demê, ti garantî nayê dayîn ku ji kar dernexînin.