Serokwezîrê berê yê Misirê hat zevtkirin

Serokwezîrê berê yê Misirê hat zevtkirin

Serokwezîrê berê yê Misirê Hîşam Kandîl, ku endamê Biratiya Misilman e û der heqê wî de biryara hepsê heye, li Gîza'yê hat girtin.

Zevtkirina Hîşam Kandîl ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Misirê ve hat ragihandin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê berê dema hewl dida bireve Sûdanê li çolê li gel komeke mişextvanan hat binçavkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên Biratiya Misilman da Kandîl li stasyoneke benzînê ya li Gîzayê hatiye girtin.

Ji aliyê din ve rayedarekî ewlekariyê da xuyakirin ku Kandîl li ser rêya Girîgeha Tora ya li başûrê Qahîreyê ye.

Kandîl di dema Mûhammed Mûrsî de wezîfeya Serokwezaretiya Misirê dikir.

Hîşam Kandîl dema hînê nû bû Serokwezîr di Nîsana 2013'an de ji aliyê dadgehê ve bi salekê hatibû cezakirin. Kandîl, di dema Hunsu Mubarek a sala 2005'an de, bi bicihneanîna biryara dadgeriyê ya der barê taybetîkirina kargeha Tanta Flax and Oil a kêmî buhayê xwe yê li bazarê hat taybetîkirin, dihat sûcdarkirin. Kandîl di 2'ê Tîrmehê de doza qewîmkirinê winda kir û ji wezîfeya xwe hat dûrkirin. Di meha Îlonê de jî biryar ji aliyê dadgeheke din ve hatibû erêkirin.

Hîşam Kandîl beriya Serokkomarê berê Mûhammed Mûrsî di 3'ê Tîrmehê de bi darbeya leşkerî ji wezîfeyê were dûrxistin, îstifa kiribû.

Li gorî nûçeya Jarûsalem Post, Kandîl heta roja îro xwe li daîreya xwe ya li Gîzayê veşartibû.