Serokê AKPM’ê dê bê Enqereyê
Serokê AKPM’ê dê bê Enqereyê
Serokê AKPM’ê dê bê Enqereyê
Serokê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) Jean Claude Mîgnon dê di navbera 13-15 Gulanê de bê Enqereyê.
Mîgnon di serda xwe ya Enqereyê de bi serokomar Abdullah Gul, serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, serokê TBMM, wezîrê karê derve, wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtinan bike.
Ev serdan balkêşe ku piştî AKPM’ê rapora Tirkiyeyê qebûl kiriye û pêvajoya vekişîna gerîla pêk tê. AKPM’ê di 23’ê Nîsanê de rapora Tirkiyeyê qebûl kir û di têgeha ‘terorîst’ a bo PKK’ê derxist û îfadeya ‘aktîvîstên PKK’ê’ bikaranîbû. Di raporê de bo Ocalan jî ‘Rêberê PKK’ê’ bikaranî bû.
Mîgnon di 22’ê Adarê de li Parîsê ji bo hikûmeta Tirk daxuyaniyek nivîskî da û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewdanên Ocalan girîng dîtibû. Mîgnon wiha got: “Ji bo ku Tirkiye pêşve biçe divê ev hevdîtin kurtir bibin û bidomin.
Mîgnon da zanîn ku divê êdî Tirkiye di vê mijarê de hamleyeke peşveçûyî bike. Her wiha Mîgnon ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê dîtin jî bang kir.