Serok Komarên Fransa û Îranê dê li hev bicivin

Serok Komarên Fransa û Îranê dê li hev bicivin

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serok Komartiya Fransayê ve hatî kirin, hate gotin ku Serok Komarê Fransayê François Hollande û hempîşeyê wî Hesen Rohanî dê roja Sêşemê li New Yorkê di dema Lijneya Giştî ya NY de bên cem hev.

Ev hevdîtin dê piştî hevdîtina ku di Nîsana 2005’an de li Parîsê di navbera Jacques Chirac û Mihemed Xatemî de pêkhat, bibe hevdîtina yekem ya di vê astê de.

Li gorî çapemeniya Fransayê, derdorên Serok Komartiyê dane diyarkirin ku ev hevdîtin li ser daxwaza Serok Komarê Îranê pêktê. Hate aşkera kirin ku, dê di hevdîtinê de taybet li ser krîza Sûriyeyê û nukleera Îranê biaxivin. Heman çavkaniyan got: “Daxwaza me ewe ku, Îran jî weke aktorên din li Sûriyeyê tevlî lêgerînekî siyasî bibe.”

Derdora François Hollande têkildarî tevlîbûna Îranê ya 2’mîn konferansa Cenewreyê jî gotin, “Dema ku demê wê hat dê aktorên têkildar tevlî bibin” û wiha berdewam kirin: “Li Sûriyeyê Îranê biawayek vekirî piştgirî da Esad û rolekî negatîv leyîst. Ev ne li gorî berjewendiyên Îranê û ne jî li gorî aştiyê ye. Armanc ewe ku Îran ji bo vê pirsgirêkê çareser bike û piştgiriyê bide muzakereyan.”

Hesen Rohanî di peyama xwe ya roja Pêncşemê dayî malpera înternetê ya rojnameya Washington Post got, ew ji bo hêsanîkirina diyaloga di navbera rejima Sûriyeyê û muxalifan de amade ne.