Sendîkayên Swêdê bang li Rohanî kir: Rêberên Karkeran serbest berdin
Sendîkayên Swêdê bang li Rohanî kir: Rêberên Karkeran serbest berdin
Sendîkayên Swêdê bang li Rohanî kir: Rêberên Karkeran serbest berdin
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdê ku 1.6 mîlyon karkerî temsîl dike (LO) bang li serokomarê ku hefteya borî di hilbijartinan de hat hilbijartin Hesen Rohanî kir û xwest rêberê karkeran yên di girtîgehê de ye bê berdan.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku LO mafên mirovan yê Îranê her tim dişopîne û di salên dawî de rewş her diçe xera dibe û zext, îşkence û tehdîda li ser sendîkavan û rêberên karkeran her diçe zêde dibe.
LO destnîşan kir ku serokên karkeran Shahrokh Zamani, Behram İbrahimzadeh, Mohammed Jarahi û Reza Shababi ji ber xebatên sendîkayên rastî cezayê di navbera 5 û 11 salan diguherin hatine. LO bang li serokomarê nû Rohanî kir û xwest bila li dijî mafê mirovan rêzdar be û di demeke kurt de serokên karkeran berde.
Îraniyê li Surgunê dijîn jî duh di saetên êvarê de ji bo ku girtiyên polîtîk yên di girtîgehan de bên berdan li hinek welatên Ewropayê çalakî pêk anîn.
Girtiyên siyasî yên hatiye tahliyekirin di sala 2006’an de ‘Kampanya Azadkirina Girtiyên Siyasî yên Îranê’ ku ji aliyê CFPPI ve tê rêxistin bi daxwaza ku girtiyên siyasî bên berdan û cezayê darvekirinê bê rawestandin hatin çalakî pêk anîn.
Çalakiya li Qada Sergel ya Stockholmê pêk hat, jineke ciwan ya bi navê Mitra Pourshajarian nameya bavê xwe yê ku 2 sale di girtîghê de ye xwend. Di nameyê hat diyar kirin ku rejîma îranê li dijî azadî û mafên demokratîk, li dijî mafên jinanû azadiya gelanin.
AZADÎ BI TÊKOŞÎNÊ PÊKANE
Nameyê wiha berdewam kir: “Di rejîma Îslamî de tu nirxa mirovahiyê tune. Mela li hemberî civakê û mirovahiyê asteng in. Ez 8 mehan xistim hucreyê. Îşkence b imin kirin. Min hewl da întîxar bikim. Lê mixabin nebû. Gelê me yê Îranê azadiyê heq dike. Riya azadiyê ji melayan dûrketin nîne, di têkoşînê de veşartiye.”
Li ser navê LO jî Goran Gustavsson axivî û diyar kir ku divê rejîma Îran êli gorî peyman a ILO tevbigere û karekeran serbest berde.
BILA GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN TIRKIYEYÊ Û ÎRANÊ BÊN BERDAN
Nivîskar Bahram Rahmanî da zanîn ku Melayên ku di 1979’an de desthilatdarî girtin dest ji bo xwe bidomînin serî li zext û darvekirinan didin û got Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de cih digere.
Rahmanî da zanîn ku li Îranê di 250 girtîgehan de nêzî 200 hezar girtî hene û ev rêje li Tirkiyeyê du qatî vê ye û got: “L êli her du welatan mafên mirovan tê binpêkirin. Di du hefteyên dawî de zextên Erdogan gel daxist kolanan. Di encama vê de 7 hezar kes birîndar bû. Nêzî 4 hezar kesî birîndar bû. Divê Îran jî û Tirkiye jî girtiyan berdin.”