Schäuble: Tirkiye nikare têkeve nava YE

Schäuble: Tirkiye nikare têkeve nava YE

Bi nêzîkbûna hilbijartinên federal ên Elmanyayê re, endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê dibe mijara bingehîn a kampanyayên hilbijartinê. Wezîrê Maliyê yê hukûmeta Merkel Wolfgang Schäuble di mîtînga partiya xwe ya li Dusseldorfê de axivî û got, "Tirkiye ne perçeyê Ewropayê ye, lewma nikare têkeve nava Yekitiya Ewropayê."

Li Elmanyayê, di 22'ê Îlonê de wê hilbijartinên federal pêk werin. Çeka herî girîng a Yekitiya Demokratîk a Xiristiyan (CDU) ya bi lîderiya Angela Merkel a li dijî Demokatên Sosyal, endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê ye. Hem CDU, hem jî partiya birayê wê CSU di bernameya xwe ya hilbijartinê de diyar kiribûn ku Tirkiye nikare bibe endamê tam ê Yekitiya Ewropayê (YE).

Krîza navbera Berlîn û Enqerê, ku bi rexnekirina Elmanyayê ya dijwariya polîsan a di bûyerên Parqa Gezî de destpê kir û danûstandinên endametiya Yekitiya Ewropayê ku îsal ji nû ve ket rojevê, firsendeke mezin da Xiristiyanan ku li dijî Demokratan bikar bîne. Wezîrê Maliyê Wolfgang Schäuble ku yek ji navên girîng ê CDU ye duh bi awayekî zelal gotibû ku ew naxwazin Tirkiyê li nava Yekitiya Ewropayê bibînin.

Schäuble di mîtînga partiya xwe ya li Dusseldorfê de peyivî û got, "Tirkiye ne parçeyek ji Ewropayê ye û nikare têkeve nava Yekitiya Ewropayê." Wezîrê Elman ragihand ku ew li dijî endametiya tam a Tirkiyê ne û diyar kir ku di dewsa endametiya Yekitiya Ewropayê de ew alîgirin ku formulek li ser têkiliyeke xurt a bi Enqerê re bê dîtin.

DI TÊKILIYÊN BI TIRKIYÊ RE DE, TENGEZARIYA GEZÎ

Hezîrana derbasbûyî, Serokwezîra Elmanyayê der heqê dijwariya polîsên Tirk a li dijî çalakgerên Parqa Geziyê de bi gotina "Helwesta hukûmeta Tirk min dixe nava tirs û fikaran" rexne kiribû û bi vê yekê re krîza navbera Enqere-Berlînê bilind bûbû. Di heman rojan de wê mijara "Polîtîka Herêmî û Koordînasyona Navgînên Binesazî" ya ji bo endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê, bi rabûna astengiya Fransayê re, bihata destpêkirin. 

Lê belê bi helwesta Elmanya, Danîmarka, Awûstûrya û Holanda ya di konferansa Hezîranê de, ev yek hatibû paşvexistin. Çapemeniya Ewropayê dabû xuyakirin ku ev yek ji ber bûyerên li Parqa Gezî û helwesta hukûmeta AKP'ê rû daye. Li ser israra Tirkiyê, Yekitiya Ewropayê biryar da vê mijara danûstandina bide destpêkirin, lê ji bo destpêkirina wê demeke diyar neda. Tê payîn herî zû di payizê de destpê bike.