Saziyên çand û zimanê Kurdî: Em înkarê qebûl nakin

Saziyên çand û zimanê Kurdî diyar kirin ku ew di sedsala duyemîn a komarê de, polîtîkayên înkarê qebûl nakin.

Sazî û dezgehên ziman û wêjeya Kurdî têkildarî salvegera 100’emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Daxuyaniya bi sernavê “Komara Tirkiyeyê di 29’ê Cotmeha 2023’an de 100 saliya xwe temam dike” wiha ye:

“Di sed salên borî de li gel ku komar bi hevkarî û têkoşîna hevpar a gelê Kurd, Tirk û gelên din ên ku li vî welatî dijîn hat parastin û avakirin jî, piştî komar hat avakirin hemû maf û azadiyên gelê Kurd tune hatin hesibandin û hatin înkarkirin û Tirkîtî li ser gelê Kurd hat ferzkirin. Ev înkara li ser çand û zimanê Kurdî hat wê astê ku, ji bo axaftina bi zimanê Kurdî cezayên pereyan li Kurdan hatin birîn.

Gelê Kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr û neyarane ji bo parastina rûmet û nirxên xwe yên neteweyî, li hemberî helwesta rayedarên dewletê nerazîbûna xwe nîşan daye, têkoşîn meşandiye, li ber xwe daye, çanda xwe ya qedîm û zimanê xwe yê dewlemend parastiye û ev tekoşîn hîn jî berdewam e.

Wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê Kurd jî parastina çand û ziman hêmanê bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Hemû têkoşînên neteweyî bi daxwaza azadiya çand û ziman destpê dikin û tên meşandin. Daxwaza gelê Kurd a ‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê’ daxwazeke rewa û însanî ye.

Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê Kurd jî derbasdar in. Bi vê nêzîkatî û feraseta rayedarên dewletê ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê gelê Kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hate hiştin.

Parastina çand, ziman û bidestxistina statûya siyasî bi parastin û pêşxistina çand û ziman pêkan e. Ji bo ku ziman were parastin û bi pêş bikeve, divê bibe zimanê perwerdeyê. Loma gelê Kurd ji destpêkê heta vê demê di daxwaza; ‘Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê’ de bi israr e.

Bi milyonan zarokên Kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe bixwînin, xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin. Ev maf wekî hemû zarokên cihanê mafê zarokên Kurd e jî. Ev mafekî rewa, bingehîn, insanî û gerdûnî ye ku ji bo zarokên Kurd bi qasî nan, av û hewayê girîng û jiyanî ye.

Li gel van daxwazên gelê Kurd ên xwezayî, însanî û gerdûnî, rayedarên Dewleta Tirkiyeyê wekî destpêka komarê hîn jî di polîtîkayên bişaftin û înkarê de israr dikin û înkara li ser hemû nirxên gelê Kurd berdewam e.

Ev jî tê wê wateyê ku mîna sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê, polîtîkayên înkar û bişaftinê dê di vê sedsalê de jî li ser bi milyonan zarokên Kurd berdewam bin û bi darê zorê perwerdehiya bi zimanê Tirkî li ser wan were ferzkirin û zarokên Kurd dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bêpar werin hiştin.

Di sedsala borî de, di serî de zimanê Kurdî, hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên welatîbûne tune hatin hesibandin û înkarkirin.

Di destpêka sedsala duyemîn a komarê de em wek saziyên zimanê kurdî bi bîr dixin û dibêjin: Dê gelê Kurd di sedsala duyemîn a komarê de polîtîka û pratîkên înkarê yên li ser nirxên xwe qebûl neke û bi vê daxuyaniyê daxwaza xwe ya ‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’ bi zimanekî zelal û biryardar ji rayedarên komarê re radigihînin û dibêjin: ji bo jiyaneke hevpar û wekhev a hemwelatiyên vî welatî, nêzîkatî û feraseteke wekhev a rayedarên dewletê pêwîst e.

Ji bo vê jî pêwîst e xala 42’emîn a zagona bingehîn were sererastkirin an jî ji destûra bingehîn were derxistin, dûreparêziya ku ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve li hemberî xalên 17-29 û 30’emîn ên Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatine danîn werin rakirin.

Ne kêm, ne zêde... Maf û azadiyên ku ji bo gelê Tirk tên pêşkêşkirin, ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn jî, bên pêşkêşkirin da ku gelê Kurd û gelên din ên ku welatiyên Tirkiyeyê ne, wekî welatiyên Tirk, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di serî de, ji hemû maf û azadiyên bingehîn sûdê wergirin.

Saziyên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne:

* Enstîtûya Kurdî ya Amedê

* Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê

* Kovara Çand, Ziman, Folklor û Hunerî Destar (Destar)

* Komeleya Wêjekarên Kurd

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (Arî Der)

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med Der)

* Komeleya Lêkolînên Kurdî

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Avesta Der)

* Komeleya Lêkolîn Çand, Ziman û Hunerê ya Ankayê (Anka Der)

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat Der)

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (Botan Der)

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê (Arsîsa Der)