Şam: Em dê bersivê bidin Îsraîlê
Şam: Em dê bersivê bidin Îsraîlê
Şam: Em dê bersivê bidin Îsraîlê
Sûriyeyê diyar kir ku Îsraîlê di rojên dawî de êrîş pir zêde kirine û got dê di rojên pêş de çalakiyên mîsîlemeyê pêk bînin.
Berpirsyarekî siyasî yê Sûriyeyê ji AFP’ê re axivî û got: “Sûriye dê bersivê bide êrîşên Îsraîlê. Lê ji bo vê bike dê dema baş hilbijêre. Ev hema dê nebe, lê Îsraîl ji bo vê di alarmê de ye. Em niha disekinin lê em dê bersivê bidinê.”
JI BERTEKA ‘ŞERÊ PSÎKOLOJÎK’
Cigirê fermandariya giştî ya Îranê Mesud Jazeyerî der barê îdiayên ku di hedefa êrîşên hewayî yên Îsraîlê de çekên Îranê hene de axivî û got ku ev propagandaya çapemeniya Rojava û Israîlê ye. Li gorî Sepahnews.com a girêdayê artêşa Israîlê Jazeyerî wiha gotiye; Hewcedariya S,riyeyê bi çekên Îranê tune. ev agahiyên bi vî rengî li hemberî Sûriyeyê şerê psîkolojîke.
Wezîrê parastinê yê Îranê Ahmet Vahîdî bang li qada navnetewî kir ku van êrîşan asteng bikin û got an jî dê li herêmê rewşê giran biqewimin.
LI NÊZÎ ŞAMÊ SÊ ÊRÎŞ
Îsraîlê hefteya borî rojên înê û yekşemê li dijî Sûriyeyê du êrîş pêk anîn. Rayedarekî Îsraîlê îdia kir ku di êrîşa hewayî de hewl diha dayîn ku fuzeyên Îranê bigihînin Hîzbulahê.