Salih Muslim: Zarokên Kawa li Rojava berxwe didin

Salih Muslim: Zarokên Kawa li Rojava berxwe didin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di 21’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan ya Navnetewî ku li bajarê Dortmund ê Almanyayê didome axivî û bang li Kurd û dostan kir ku, xwedî li berxwedana Rojava derbikevin. Muslim got: “Îro li Rojava zarokên Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan berxwe didin, yên ku dixwazin me terbiye bikin, em dê wan terbiye bikin.”

21’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan a Navnetewî ku diyarî 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, hate kirin didome. Di Mîhrîcana ku nêzî sedhezar Kurd û dostên ji welatên cûda ên Ewropayê hatin, bi axaftinên têne kirin û sloganên têne avêtin berxwedana Rojava tê silav kirin.

Hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derket ser dike  û da diyarkirin ku, gelê Rojavayê Kurdistanê ji 7 salî heya 70’ê salî di nava berxwedanekî mezin de ne û bang li Kurd û dostên wan kir ku, xwedî li vê berxwedanê derbikevin. Muslim anî ziman ku, bi mehane dixwazin gelê Rojava bi ambargoyê terbiye bikin û wiha axivî:

“Yên dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin, em dê wan terbiye bikin. Em dê mirovahiyê nîşanî çeteyên ku êrîşî me dikin, qetil dikin û dikujin, bikin. Îro li Rojava zarokên Kawayê Hesinkar, Mazlûm Dogan, Seyîd Riza, Şêx Seyîd, Qazî Mihemed û Mela Mustefa Barzanî ber xwe didin. Pêwîste em vê berxwedanê bitenê nehêlîn.”
Di mîhrîcana ku Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade jî axivî de, di beşa çandê de Koma Stranên Ma û Koma Abdal derketin ser dike. Mîhrîcana ku tê payîn dê heya direngiya şev dom bike, sazî, dezgeh û partiyên Kurd dê berhemên xwe di stand û konên vedayî de pêşkêş bikin û didawiya mîhrîcanê de jî Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş dê axaftinekê bike.