Şahiya ku darbeya leşkerî qedexe kiribû cara yekemîn hat pîrozkirin

Şahiya Hessit Merenê ya ku ji aliyê gelên Suryanî û Ereb ên Mêrdînê ve dihat pîrozkirin, di 1980’î de ji aliyê darbeya Kenan Evren ve hatibû qedexekirin. Lê şahî îsal hate zindîkirin û balkêş bû pîrozbahiya îsal û mirina Kenan Evren ket heman rojê.

Şahiya Hessit Merenê ya ku ji aliyê gelên Suryanî û Ereb ên Mêrdînê ve dihat pîrozkirin, di 12’ê Îlona sala 1980’an de ji aliyê darbeya Serokomarê 7’emîn ê Tirkiyê Kenan Evren ve hatibû qedexekirin. Lê şahî îsal hate zindî kirin û balkêş bû pîrozbahiya îsal û mirina Kenan Evren ket heman rojê. Şahî bi coşek mezin hate pîrozkirin.

Bi organîzasyona Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê şahiya Hessit Merenê ya ku ji aliyê gelên Suryanî û Ereb ên Mêrdînê ve dihat pîrozkirin di 12’ê Îlona 1980’an de ji aliyê darbeya Kenan Evren hatibû qedexekirin. Şahî piştî 36 salan şûn ve ji nû ve hate zîndîkirin û îro bi şahiyekê hate pîrozkirin. Lê balkêş bû ku şahî û mirina Evren ket heman rojê. Şahî li Parka Kamor a li navçeya Artûklû hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, Hevşaredara Artuklu Sevînç Bozan, rêveberên HDP, DBP, metropolîtê Suryanî yê herema Mêrdîn û Amedê Salîba Ozmen, endamên komîsyona şahiya Hessit Merenê, rêveberên Komeleya Demokratîk a Ereban û bi sedan welatiyên Ereb û Suryanî amade bûn.

DI ŞAHIYÊ DE BIRATIYA GELAN DERKET HOLÊ

Welatî di saetên serê sibê de bi wesayîtên şaredariyê û bi derfetên xwe hatin cihê şahiyê û hin welatiyan taştêya xwe li qada şahiyê xwarin. Balkêş bû ku ji biçûkan heta mezinan hatibûn şahiyê. Koma Muzîka Heremî ya Zanîngeha Artûklû li şahiyê stranan vegot û welatiyan bênavber li ber muzîkê govend gerandin û hin welatiyan jî reqsa reyhanî girtin. Her wiha koma muzîkê bi Kurdî, Suryanî, Erebî û Tirkî stran gotin û li vir yekîtiya zimanan a ku bi hezar salan e di nav hev de dijîn carek din derket holê.

Welatiyên beşdarî şahiyê bûn ji xwe re xwarin çêkirin. Xwarina çêkirin li mêvanan parvekirin û şahî bi coşek mezin hate pîrozkirin.

‘BI MIRINA EVREN ŞAHIYA ME BÊHTIR WATEDAR BÛ’

Di şahiyê de Hevşaredara Artûklû Sevînç Bozan axivî û diyar kir ku ew wek gelên Ereb û Suryanî ji bo ku şahiya Hessit Merenê pîroz bikin li cem hev in û got ku gelên Mêrdînê vê şahiyê bi sedan sal berê tevlî hev pîroz kirine. Bozan anî ziman ku ev şahî piştî darbeya 12’ê Îlonê şûnde ku keleha Mêrdînê ji aliyê darbeyê ve hatiye dagirkirin nehatiye pîrozkirin û wiha got: “Ev şahî bi awayekî fiîlî hatiye qedexekirin. Em wek Şaredariya Artûklû fikirîn ku carek din gelan bînin cem hev û piştî 36 salan şûnde em hatin cem hev. Em bi agahiya mirina Kenan Evren ê ku mîmarê zîhniyeta 12’ê Îlonê yê şahiya me qedexe kiriye. Şahî û mirina Kenan Evren ket heman rojê û bi vî awayî şahiya me hin bêhtir bi watedar bû. Kesên ku van şahiyên me qedexekirin îro dimirin diçin, lê wê şahî û rojên me her tim bi coş berdewam bikin. Em ê vê şahiyê di salên pêşiya me de berfirehtir bikin û da ku beşdarî xurt derbas bibe. Îsal destpêk bû, lê em ê di salên pêş de di çarçoveya 9 rojan de wek mîhrîcanê pîroz bikin. Em ê hewl bidin ku wê ev şahî nav û dengê wê li cîhanê belav bibe." Bozan di dawiya axaftina xwe de roja dayika bibîr xist û got ku ew roja dayikan di serî de li dayikên Kurd û li tevahî dayikên cîhanê pîroz dikin.

Piştî Bozan, endamê Komîsyona Hessit Merenê Çetîn Alkanoglu jî bi Erebî axivî û li ser girîngiya Hessit Merenê rawestiya.

Piştî axaftinan Hevşaredar Februniye Akyol Akay, Hevşaredar Sevînç Bozan û metropolîtê Suryanî Saliba Ozmen li welatiyan şîraniya Zerde ya ku wek xwarinek şîranî ya Mêrdînê tê nasîn li beşdaran belav kirin.

Şahî wê heta saetên êvarê bidome û piştre bi dawî bibe.

...