Şahiya Hessit Merenê destpê kir
Şahiya Hessit Merenê ya ku tê wateya şiyarbûna xwezayê ya ji aliyê gelên Ereb û Suryaniyên Mêrdînê ve tê pîrozkirin, bi merasîma derbasbûna hespan û meşê destpê kir.
Şahiya Hessit Merenê ya ku tê wateya şiyarbûna xwezayê ya ji aliyê gelên Ereb û Suryaniyên Mêrdînê ve tê pîrozkirin, bi merasîma derbasbûna hespan û meşê destpê kir.
Şahiya Hessit Merenê ya ku tê wateya şiyarbûna xwezayê ya ji aliyê gelên Ereb û Suryaniyên Mêrdînê ve tê pîrozkirin, bi merasîma derbasbûna hespan û meşê destpê kir.
Şahiya Hessit Merenê ya ku ji aliyê gelên Suryanî û Ereb ên Mêrdînê ve wek kevneşopiyek tê pîrozkirin di 12'ê Îlona 1980'ê de hatibû qedexekirin, bi organîzasyona Şaredariya Artûklû tê lidarxistin. Şahiya Hessit Merenê bi meşa li kolana 1’emîn a navenda Mêrdînê bi merasîma derbasbûna hespên rewan û meşa girseyî dest pê kir. Di merasîmê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan, endamên komîsyona Hessit Merenê, rêveberên HDP, DBP, nûnerên saziyên civakî û gelek kes amade bûn. Merasîma derbasbûnê ji Deriyê Amedê desttpê kir û heta Qada Cumhuriyê berdewam kir. Beriya merasîma derbasbûnê hespên rewan, koma erbanê û trêna aştiyê jî tevlî merasîmê kirin û dîmenên rengîn derket holê.
‘EM Ê VÊ ŞAHIYÊ MAYÎNDE BIKIN’
Meş li Qada Cumhuriyetê bi dawî bû û li vir axaftin hatin kirin. Di merasîmê de ewil Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û bibîr xist ku şahiya Hessit Merenê bi salan e bi hev re hatiye pîrozkirin. Turk got ku ev şahî tê wateya şiyarbûna xwezayê. Turk da zanîn ku dîsa ji nû ve şahiya Hessit Merenê ji bo ku bi gelên xwe yên Mêrdînê bidin qezençkirin ji bo ku her sal di çarçoveya mîhrîcanê de were pîrozkirin çi ji destên wan were ew ê bikin û wiha got: “Em ê vê şahiyê mayînde bikin da ku ji her devera Tirkiyeyê beşdarî çêbibe. Ez vê şahiyê li hemû gelan pîroz dikim.”
Piştî Turk, Hevşaredara Artûklûyê Sevînç Bozan jî axivî û destnîşan kir ku şahiya Hessit Merenê ji darbeya 12’ê Îlona 1980’an ve heta niha nehatiye pîrozkirin. Bozan got ku ji ber ku cihê şahî lê dihat pîroz kirin leşkeriyê dagirkiriye heta niha ne hatiye pîrozkirin. Bozan diyar kir ku dê ji îsal şûnde şahiyê wek bernameyek dewlemend a mîhrîcanan pîroz bikin.
Piştî axaftinan li Qada Cumhuriyetê şîraniya Zerde ya ku wek çanda Mêrdînê tê nasîn li welatiyan hate belavkirin.
Şahiya Hessit Merenê ya piştî 35 salan şûnde pêk hat wê sibê li Parka Kamorê saet 10.00’an de destpê bike.