Li Reimsê 2’yemîn Mîhrîcana Çand û Ciwanan a Çiyager Hêvî tê lidarxistin

Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî 2’yemîn Mîhrîcana Çand û Ciwanan a Çiyager Hêvî ya ku wê Yekşemê li Reimsê bê lidarxistin bibin.

LI REIMSÊ MÎHRÎCAN

2’yemîn Mîhrîcana Çand û Ciwanan a Çiyager Hêvî bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (CKF) li bajarê Reims ê Fransayê tê lidarxistin.

Tê payîn ku bi hezaran Kurdistanî beşdarî mîhrîcana ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” wê 9’ê Hezîranê roja Yekşemê were lidarxistin, bibin.

Di mîhrîcana ku dê govêndên herêmî yên Kurdistanê bên pêşkêşkirin de, hunermend Bermal Çem, Hozan Kawa, Nûarîn, Koma Samiramis (Koma Erbanê ya Jinan) û Koma Nûjen jî wê derkevin ser dikê.

Komîteya Amadekar banga beşdarbûna mîhrîcanê li hemû Kurdistaniyên li Fransa û welatên derdorê dimînin kir.