Rûsya û DYA ji bo Sûriyeyê dicivin
Rûsya û DYA ji bo Sûriyeyê dicivin
Rûsya û DYA ji bo Sûriyeyê dicivin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê îro li Moskowayê bi Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry re hevdîtin pêk bîne. Rojeva sereke ya hevdîtin Sûriye ye.
Kerry piştî êrîşa Îsraîlê ya li hemberî Sûriyeyê pêk hat, çû Rûsyayê û dê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinek pêk bîne.
Li aliyekê, Rûsyayê êrîşa Îsraîlê ya li hemberî Sûriyeyê weke “kiryarên gef li aramiya herêmê dixwin” bi nav kir û êrîşê şermezar kir. Li aliyeke din Kremlîn diyar kir ku Pûtîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re hevdîtin kiriye.