'Rojnivîska Gurbet' li mûzeya Stûttgartê ye

Pirtûka ''Min Dilê Xwe li Çiya Neqişand'' a Gurbettelî Ersoz bi 145 tablêtên kevirî li Wurttembergîcsher Kunstvereîn Stûttgarê hate pêşandan. Pêşangeh heta 2'yê Çile ya 2022'an wê vekirî be.

Tablêtên ku rojniviska yek ji navê pêşeng a Tevgera Jina Azad şehîd Gurbetellî Ersoz lê hati nivîsîn ji 16'ê Cotmeha 2021'an heta 2'yê Çileya 2022'an li Stûttgarê li mûzeyekê têne nîşandan.

Banu Cennetoglu pirtûkxaneya xwe ya ji 145  lewhayên kevirêkilsî yên lîtografîk ku ji çapê re hazir in, pêk tê,     li Wurttembergischer Kunstverein Stuttgart vekir. Salên ku Ersoz nûçegihanî dikir û ji ber cezayên giran ku standî dihate gotin 'nikare nûçegihanî bike', ev qedexe hatine neqişandin.

Di kataloga danasînê ya mûzeyê de, Salên ku rojnameva Kurd Gurbettelî Ersoz Rêveberiya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê dikir û şerê gemarî yê dewleta Tirk a li dijî PKK'ê û encamên ku bi vî şerî re derketin tê de cih digirin.

Dema ku Ersoz rêveberiya giştî ya weşan3e ya Ozgur Gundemê dikir, behsa êşkenceya 13 rojan a li ser Ersoz û hevalên wê tê kirin. Her wiha tê de cih digire ku Ersoz sala 1997'an çawa bi tangên Elman Leoparê dewleta Tirk sala 1997'an li başûrê Kurdistanê lê daye. 

Banu Cennetoglu ku bi wêne, medyaya çapkirî û bicihkirinê dixebite, bi bîr xist ku qedexe hê jî didomin û got, ''hilbijartî û rojnamevan jî di nav de ji 8 hezar û 500'î zêdetir Kurd bi hinceta ku bi PKK'ê re têkildar in hatine destgîrkirin an jî girtin. Bi sedan pirtûk hê jî qedexe ne. Rojnivîska Ersoz jî yek ji van e.''

''Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand'' rojnivîska Gurbettelî Ersoz e, ku di navbeyna 27'ê Tîrmeha 1995'an heta 8'ê Cotmeha 1997'an de hatiye nivisîn.