Careke din keçên kurd çavên xwe kil dikin û diçin bêriyê û xortên kurd li ser mêrgan dest bi leyîstina kêlan dikin. Niha ez dibînim ka ew keça delal li paş ew lata pîr çawa ku keziyên xwe vekirine û çawa ew şeh di nava têlên porê wê de dinale. Di van zozanan de dengê bilbil û şalûlan weke awazeke bê hempa hemû kesên di nava vê xemlê de mest kiriye û biriye nava cîhaneke bê şer bê bombe baran û bê nakokî her tişt di nava aştiyê de ye.
Belê êdî dem hatiye ku hiriya pez were birrîn û dest bi rêsandina teşiyan bike ji bo zivistanê. Dengê kewan jî tê ji ser latên bilind û careke din bi ronahiya stêrka barberngê rê şivan pezê xwe da ber xwe û bi çiyayên berz ket heyanî ku dema bêriyê were.
Dema ku em di ber reşmalan re derbas dibûn bêhna nanê sêlê, dengê stran û lorîkên ku dayîkên bisk hinekirî, di ber hejandina meşkê re dîmeke çanda kurdewarî em dibirin dîrokeke demdirêj û hemû kêliyên wê dîrokê di jiyana wê gelî de her kêliyê zindî dibû û xwe dida jiyandin. Ji ber di vê herêmê de tu caran dîrok nayê jibîrkirin. Li vir ji ber hîn jî jiyan li dora jin û dayîkê xwe diafirand û berdewam dikir, weke destpêka avabûna mirovahiyê ya di vê herêma ku jê re tê gotin hîlala zêrîn. Heke taseke dewê hênik ji meşka dayîka pîr vexwerin hêja ye ku tu hemû westandina xwe ji bîr bikî.
Her çiqas ku di destpêka dîroka vê herêmê de aramî hebû, lê niha herêm bi navendeke şer tê nasîn. Ji ber vê dema ku em di ber reşmalekê re derbas dibûn me dît ku dayîkek di nava reşmala xwe ya ku li bara lateke mezin hatibû vekirin, di nava malê de çalek çêdikir. Dema ku me ji dayîkê pirsî “çima di mala xwe de vê çalê çê dikî?” Dayîkê got: “ev ne çal e, ev sengera me ye ji bo parastinê ye. Em bi çêkirina van sengeran xwe ji topen Îranê û perçeyên rokêtên balafirên tirkan diparêzin”. Û dayîkê wiha dest bi çîroka xwe ji me re kir: “ Berê şer nebû her kes dihate zozanan ji destpêka biharê heyanî payîzê, lê dema ku rewşa şer nebe wê demê her kes tê zozanan, lê dema ku şer hebe wê demê gel jî ditirse û dernakevin zozanên xwe. Malên ku tên jî êdî her kes di mala xwe de sengerên bin erd çêdike ji bo xwe, zarok û malbata xwe biparêze, ji ber vê her salê em tenê hêvî dikin ku şer nebe.”
Dema ku dibe bihar wê demê hemû malbat amedekariyên xwe dikin mezin, zarok û ciwan tevî reşmal, dewar û pezên xwe derdikevin zozanan û ji biharê heyanî dawiya payîzê, yanê heyanî meha 12 li zozanan dimînin. Li wir berx û karik dizên û bi mêrgên şîn dibin gîsk û kavir. Lê dema ku mirov li rengê mêrgan temaşe dike, bi taybet dema ku bi hejmareke mezin hesp û mehîn tevî cenîkên xwe diçêrin, mirov dibêje qey di cîhanê de aramiyeke din wiha nîne.
Li zozana penîr, nivîşk, teşîrêsandin û hiriya nû ji bo nivînan tên amedekirin. Lê belê êdî ev çand gelek kêm bûye, berê lihêf, têr û her tişt bi wê tayê wê teşiyê dihatin çêkirin, lê îro mixabin... Ji ber betanî û mînder hatine amedekirin berê ne wiha bû jin û keçan her tişt bi destê xwe amede dikirin, lê niha di cihê reşmalan de êdî “konên” di febrîqê de hatine amedekirin tên kirrîn. Mînak ev reşmalên ku niha amede kirine jî, ji hiriya teşiyê destê xwe çêkirine û çend nifş yanê kurê kurê wê malê dikare van reşmalan bi kar bînin. Ji ber reşmal teybetmendiya wê ku avê derbas nake bi taybet dema ku te agir di bin de kir wê demê hilim çêdibe ji ber vê nahêle ku baranê derbas bike. Her reşmalek ji 6 perçan pêk tê û di her salê de jî yek perçe tê amedekirin û her yek reşmal bi qasî 25 salan mirov dikare bi kar bîne. Lê mixabin êdî ev çanda çêkirina mehfûr û reşmalan di Kurdistanê de bi dawî dibe, ji ber êdî her tiştek ji aliyê febrîqeyan de tên çêkirin. Lê ji hemû tişt pêş ket ji lewra hemû berhemên kurdewarî ber bi windabûnê ve diçin. Yanê kaptalîzim dibe sedem ku em dev ji berhemên destê xwe berdin.
Tişta ku bala me kişandiye di vê gera me ya di nav zozanên Kurdistanê de ew bû ku êdî ciwanên kurd zêde nayên zozanên xwe. Belkî gelek ji wan êdî bi xwendina xwe re mijûl dibin, lê mirov çiqas bixwîne û zane bibe divê ewqas jî girêdana wan bi dîroka wan re hîn zêdetir bibe. Divê ev yek nebe sedem ku em ji dîroka xwe dûr bikevin. Ji ber hebûna te ya niha bi rastiya dîroka te ve girêdayî ye û xwedî derketina te ya dîrokê jî hebûna te îfade dike. Ji ber ev welat ewqas xweşik, dewlemend û xwedî dîrokeke berxwedaniyê ye ku tenê li bendê ye ku tu hebûna wê biparêze û xwedî lê derkeve.
Ev tenê çend tiştên hûrik in ku me aniye ziman ka hûn ji xwe re li dîroka vê welatî temaşe bikin hûnê bibînin ka çi di ropelên vê welatî de hatine nivîsîn û yên nehatine nivîsîn û hîn jî veşartî mane li benda me ne.