‘Roja Şanoyê ya Cîhanê ne tenê roja şanogeran a temaşevanan e jî’

Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê ku îsal cara 53'an tê pîrozkirin, li çiya silav û pîroz kir.

Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan der barê 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê de daxuyaniyek da û got: “Banga me ya bo şanogerên me yên Kurdistanê ev e; Divê vê rojê bi şekir pîroz bikin û vê rojê veguherînin roja fêmkirin û vegotina hevalê Yekta Herekol, roja hevdîtina şanoyê ya bi gel re.”

Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan daxuyaniyek nivîskî da û 27’ê  Adarê Roja Şanoya Cîhanê ya îsal sala 53. car tê pîrozkirin, li çiyan silavkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Roja Şanoyê ya Cîhanê ne tenê roja şanogeran, roja temeşevanan e jî wiha hate gotin: “Bêguman ev roj  ji bo şanogeran gelek xweş û bi wateye. Em şanoger  kelecana parvekirina lîstikên xwe yên nû a di vê rojê de dijîn. Îro li kolanan roja şanoyê tê pîrozkirin. Em şanogerên çiyan jî di vê avhewaya xweş de kelacana hevdîtina bi temaşevanên xwe re dijîn û vê kelecanê bi Newroza ku mizginiya biharê ye re pêşwazî dikin. Newroz, bi wateya din roja nû, re em berbi 27’ê Adarê ve diçin. Li lûtkeyên çiyayan, li geliyên kûr em di meha herî xweş ya avhewayê de vê rojê pêşwazî dikin. Em cih û warên ku Yektayan lê geriyan, dîsa digerin. Kevneşopiya şanoya ku Yektayan li çiyan pêş xistiye, em wek şopdarên wan didomînin. Em wek şervanê azadiyê yên Kurdistanê ku li çiyan dijîn û hewl didin bi xwezayê re bibin yek, hewl didin bibin deng, ziman û dilê van çiyan. Bi xweşikahiyên ku xwezaya me bexşê me kiriye, em li çiyan hunera xwe pêş dixînin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew di 11. Salvegera şehadeta Yekta Herekol ku li çiyan rêya hunerê xêz kir de, wî bibîr tînin û got: “Bi biryarbûna pêşvebirina rêya wê em vê biharê pêşwazî dikin. Em kelecana pêkanîna ku tişta heval Yekta gotiye ji her demê zêdetir, di van rojan de dijîn. Hevalê me Yekta her tim wiha digot; ‘her deverek çiyan bo me sahneya şanoyê ye û mirovên wê jî bo me temeşevan û çavkaniya îlhamê ye…’ Me jî di vê esasê de hêza pêkanîna hunerê ya li çiyan, ji rêheval û çiyayên xwe girtine, em hunera xwe dîsa bi wan pêşwazî dikin, bi wan re parve dikin. Îro cejne, îro roja derketina qadan a şanogerên Kurd e. Em bang li hemû şanogerên Kur dikin; Divê vê rojê bi şekiran pîroz bikin û vê rojê biguherin roja vegotin û fêmkirina Hevalê Yekta Herekol û roja hevdîtina gel a bi şanoyê re. Di serdemeke ku hemû rengên xwezayê zindîne de ji Çiyayê Kurdistanê em bi hezkirinên xwe yên herî ji dil, roja hemû  şanogerên cîhanê pîroz dikin. Bi kelecana pêşkêşkirina şanoya xwe ya ya bo gelê xwe em hezkiriyên xwe destnîşan dikin.

Bi van hestan di şexsê rêheval Şehîd Hêvî, Daxistan, Rêzan û Yekta ku pêşengiya Şanoya Çiyan kirin, hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bibîr tînin û li hemberî wan bi rêdarî serî ditewînin. Em soza xwe ya ku wan di lîstik û hunera xwe de  wê bidin jiyîn, dubare dikin. Em bi rêzdarî kedkarên şanoyê û temaşevanan silav dikin.”