Ribab ji bîr dibe

Hewl tê dayîn, amûreke folklorîk a çanda Kurd Ribab, mîna ziman, çand, dîrok û jiyana li ser vê axê bê jibîrkirin. Êdî tenê li dawetan tê lêdan. Lewma ev amûra çanda Kurd li ber tinebûnê ye.

Amûra muzîkê Ribab, ku bi taybetî li herêma Mêrdînê tê bikaranîn, êdî di nava amûrên çandî yên li ber tinebûnê ne, cih digire. Ribaba ku li herêmê ji aliyê mirtiban ve tê, dengê wê êdî tenê li dawetan tê bihîstin. Ribab ku gelek celebên xwe hene, cûreyekî ji tembûrê ye.

Ribab, ku li dawetên li Êlih û Şirnexê jî tê bikaranîn, bi giranî li Mêrdîn û derdora wê navdar e. Mirtibên li vê herêmê, bi sedan salan e hunera xwe ya bi vê amûrê, weke emanet radestî nifşên piştî xwe dikin. Mirtib, bêyî hînbûna notayê ji zarokatiyê ve hînî lêdana vê amûrê dibin.

Ev nirxa çandî, ku niha tenê li dawetan dengê wê tê bihîstin, ji ber teknolojî û modernîteyê li ber tinebûnê ye. Ribab, beriya niha bi 50 salan, li gund û qadên bejahî ji aliyê dengbêjan ve di dema vegotina çîrokan û stranan de dihate bikaranîn.

Hewl tê dayîn, amûreke folklorîk a çanda Kurd Ribab, mîna ziman, çand, dîrok û jiyana li ser vê axê bê jibîrkirin. Êdî tenê li dawetan tê lêdan. Lewma ev amûra çanda Kurd li ber tinebûnê ye.

'JI KAREKÎ DIN FÊHM NAKIN'

Koçer Ribabî yê 20 salî, ku ji Nisêbînê ye, hê 5 salî bû dest bi lêdana Ribabê kir. Ji bavê xwe hînî vê bû, ku 15 sal in lê dide. Ribabî dibêje, ku gelekî ji muzîkê hez dike, lewma li Ribabê dide û wiha dewam dike: "Ribab ji bo me amûreke kevneşop e. Ji xwe yên me ji karekî din fêhm nakin. Sulaleya me vî karî dike. Kesek bi sedan kesî hîn dike. Bi sedan salan e li vê herêmê ev amûr tê bikaranîn. Ne tenê li wateyan, mezinên me di dengbêjiyê de jî bi kar danîn. Berê diçûn gundan, êvarê civat digerandin û li ber stranan li Ribbê didan. Lê niha tenê li dawetan tê bikaranîn. Bûye amûra dawetan. Êdî têrê nake ku mirov pê debara xwe bikin. Mirov li karekî din digerin, ji bo karibin debara xwe pê bikin."

'CIWAN NAXWAZIN HÎN BIBIN'

Ribabî anî ziman, yên di emrê wî de li Ribabê dixin gelekî kêm in û got, "Bi qasî tembûr, keman û defê, qîmetê nabîne. Ji ber ku tenê li dawetan tê bikaranîn, di dema dawî de weke amûra şahiyê tê dîtin. Ciwan êdî naxwazin hîn bibin. Di salên dawî de bi taybetî li dawetan tê bikaranîn. Dema dawetan jî tenê 5 meh in. Mirov nikarin debara xwe pê bikin. Eger hûn ji muzîkê fêhm nekin, hûn nikarin lê bidin."