Rewşa Polat krîtîk e
Rewşa Polat krîtîk e
Rewşa Polat krîtîk e
Metirsiya rewşa jiyana Serdar Polatê di dema êrîşa li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan birîndarbûyî didome.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin, Polat ji rexê çepê ê singê xwe, mil û lingê xwe 3 gule xwarine. Polatê ne li ser hişê xwe ye û hatiye razandin, metirsiya jiyana wî didome.
DERBARÊ HEKÎM DE GILIYÊ SÛC
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ji bo rewşa tenduristiya muwekîlê xwe bizanin, xwestin daxwaznameya bidin rêveberiya nexweşxaneyê Prof. Dr. Nûrûllah Zengîn destûr neda û fermanda ku elemanên taybet ên ewlekariyê wan bizorê ji nexweşxaneyê derxînin, derbarê Zengîn de giliyê sûc kirin.
Piştî ku polîsên tekoşîna li dijî terorê diçûn odeyê muwekîlê wan û derdikevin, parêzeran ji rêveberiya nexweşxaneyê re gotibû “Eger tiştek nerênî derbikeve hûn jî berpirsyarin” û xwest li pêşiya vê rewşê bigirin.
Di êrîşa du roj berê li dijî Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê de Muharem Karatş ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin.
DHKP-C daxuyaniyek nivîskî weşandibû û çalakî girtibû ser xwe. Hatibû ragihandin ku, ew çalakî ji bo hesab pirsîna kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane pêkhatiye.