Rewşa dayikên cîhanê hat aşkerakirin

Rewşa dayikên cîhanê hat aşkerakirin

Saziya bi navê Save the Childiren (zarokan rizgar bikin) rapora salane ya der barê Rewşa Dayikên Cîhanê de aşkera kir.  Li gorî vê raporê li Komara Demokratîk a Kongoyê wek dayikekê jiyan kirin cihekî herî zehmee û Fînladiya jî cihê herî başe.

Rapor li seranserê cîhanê 176 welatên serkeftî û neserkeftî yên ku jiyana dayik û bebekan çawa diparêzên, lêkolîn kir. Rêjeya salen e, nîşandayêna tenduristiya dayikê, mirinên di bin temenê 5 salî de, asta perwerdehiya dayikan, rewşa polîtîk û aboriyê li ber çavan hatiye girtin û rehet-huzura dayikan tê nirxandin.  Welatên Îskandînavyayê di rêza jor de cih digirin.  Welatên Afrîkaya Reşik di  rêza herî jêr de cih digirin.  Li Komara Kongo ya Demokratîk jî  ji ber welidîn û sedemên dayikbûnê  ji 30’an yek dimire û li Fîndaliyayê di vî alî de rewş a herî başe û rêje ji 12.200’ ye.

Li seranserê Afrîkaya Reşik (Sahraalti) ji sedî  10-20 dayikên qelew rewşa wan a tenduristiyê xerabe û ev jî dibe sedema mirina bebekan. Faktorên din jî bikaranîn dermanên pêşî li ducanîbûnê girtin (kontrasepsiyon), xeterbûna şert û mercên lênerîna tenduristiyê û kêmasiyên cidî yên xebatkarên tenduristiyê.  Li Rojhilatê Asya û Pasîfîkê  kêm be jî pêşî li mirinên bebekan hatiye girtin lê; li Bangladeş, Hindistan, Efxanîstan û Nepalê zewaca biçûk, xwedîbûna xerab, mirina bebekên nû welidîna zêde bûne.

Îngîltere di warê kêmbûna parlmenterê jin û mirinên bebek û dayikan de di rêza 23’emîn de cih digire.  Îngîltere niha li gorîp 21 welatên Ewropayê xwedî rêjeya ku herî zêde zarokên di bin temenê 500’an de dimire ye.

Hin sedemên di raporê de cih girtine yên der barê Îngîlîstanê ya mirina bebek û dayikan de wihane

-Jinên xwedî bebe, ji ber rêjeya temen-gihayî û bebekê tupê, Îngîlîstan ligorî beşa herî biçûk a Ewropayê xwedî rêjeya dayikên herî ciwan û pîrin.

-Di serî de newxweşiya obezîte û kardiyak, rewşa jinên du canî ne xerabe.

-Jinên xizan, betal û newekhev ji ber sedemên dayikbûnê rêjeya mirina wan wan ligorî yên din zêdetire.