Rehetiya Elmanyayê ya li dijî ‘selefiyan’ niha bûye tirsa Elmanyayê

Rehetiya Elmanyayê ya li dijî ‘selefiyan’ niha bûye tirsa Elmanyayê

Li bajarê Wuppertal a Elmanyayê di rojên buhrî de di bin navê ‘Polîsê Şerîat’ de komeke selefî derket kolanan û nîqaşên li ser vê derketin didome. Rayedarên ewlehiyê dan zanîn ku hejmara tevlîbûna ciwanan an komên radîkal 5 hezar derbas kiriye û got ku ji destpêkirina krîza Sûriyeyê heta niha Elmanya pir rehet tevdigere. 

Li bajarê Wuppertal di bûyera ku pêk hat de ji selefiyên Elman Swen Lau û hevalên xwe li kolanê der barê ciwanan de hişyariya alkol, qumar, muzîk û cil û bergan kiriye. Vîdeoya di bi navê ‘polîsê şerîat’ y li ser înternetê hat weşandin de  tê dîtin ku bi hezaran selefiyên wek Swen Lau li welat bi rehetî tevdigerin.

Polîsên Elman çalakî bi qanûnî asteng kiriye lê Wezareta Karên Hundir diyar kiribû ku di rewşa ku çalakiyên bi vî rengî bidomin de dê dest bidin ser ciwanan. Komên selefî jî diyar dikin ku dê çalakiyên xwe yên bi vî rengî li ser înternetê biweşînin û plan dikin ku xwe bigihînin ciwanan û gelekî bi ser ketine.

CIWANÊN BETAL Û BI PIRSGIRIK TÊN HILBIJARTIN

Piştî êrîşên DAIŞ’ê li Başûr û Rojava, li Elmanyayê jî ji selefiyan tirs çêdibe. Rayedarên ewlehiyê dan zanîn ku ciwanên ku tevlî van koman dibin piraniya wan betal in, rewşa wan a aborî nebaş e yan jî di nava malbatê de pirsgirêk jiyane. Demek berê li bajarê Odenburg komek hatibû binçavkirin û derketibû holê ku ev kom demeke dirêj e betal in. Tê gotin ku ji ber van sedeman ev ciwan berê xwe didin van komên ku behsa ‘biratiya Îslamê’ dikin.

HEJMARA WAN 5 HEZAR Û 500 TÊ TEXMÎNKIRIN

Di dozeke ku li Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê hat dîtin de selefiyên bi navê Marco G û Enea B ji ber çalakiya bombeyî dê pêk bianiya, tên darizandin. Gumanbarên ku temenê wan di navbera 27 û 44’an de diguhere, ji sûcê ku li dijî siyasetmedarên rastgir suîkastê pêk bînin û bombeyê deynin gara trenê ya Bonnê tên darziandin.

Di rojên buhrî de di kontrolên Balafirgeha Frankfurt û sînorê Avusturyayê de 5 kes hatibûn binçavkirin. 

Her wiha li gorî texmînên Rêxistina Parastina Makeqanûnê li Elmanyayê nêzî 5 hezar û 500 ciwan tevlî van koman bûne.