‘Rêbaza ragihandinê vegeriya lîstika reqsê û govendê’

Mamosteya Govendê Nazê Duman diyar kir ku di dîrokê de ji beriya ziman pêş bikeve mirovan bi şêwazê hereketan fikir û ramanê xwe dianîn ziman û got ev rêbaza ragihandinê vegeriya lîstika reqsê û govendê.

Folklor û govend zanîstek e ku bi gel tê naskirin. Di heman demê de folkolor neynîka civakê ye. Folklora Kurdî bi dewlemendî, rengînî û dîroka xwe ya ku xwe dispêre dengbêjiyê tê naskirin. Mamosteya Govendê Nazê Duman derbarê govendê û çanda Kurdî de axivî.

‘DÎROKA GOVENDÊ XWE DISPÊRE ÇANDA DENGBÊJIYÊ’

Duman anî ziman ku dîroka folklora Kurdî xwe dispêre dîroka dengbêjiya Kurd û wiha axivî: “Rengê jiyana civakê li her deverê cuda ye. Her dever jî li gor çanda xwe jiyana xwe berdewam dike. Gelê Kurd jî gelekî çiyayî ye û li gorî sirûşta çiya dîroka xwe xemilandiye. Dengbêjên Kurd ên nemir bi awazên xwe yên xweş dîroka Kurdan ya ne nivîskî bi awayekî devkî heta roja me ya îro anîne. Dîroka folklora Kurdî jî xwe dispêre dîroka dengbêjiyê. Govendgerên Kurd bi bi çîrok, listîk, cil û bergên xwe çanda Kurdan parastiye û heta roja îro hatiye. Çanda govendê û dengbêjiyê bi hev re girêda ye. Her demê gelê Kurd li ber klamên dengbêjan govend gerandine.”

‘GOVEND JI BO KURDAN ŞÊWAZEK YA ZIMAN E’

Duman da destnîşan kir ku di her govendekê de çirokek xwe heye û wiha pê de çû: “Di dîrokê de ji beriya ziman pêş bikeve mirovan bi şêwazê hereketan fikir û ramanê xwe dianîn ziman. Piştre ev rêbaza ragihandinê vegeriya lîstika reqsê û govendê. Mirovan bi demê re bi govend û reqsê bahsa kar û daxwazên xwe dikir. Gelek caran jî hestên xwe bi govend û reqsê di anî ziman. Ji ber ku gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar e, di hemû civaka Kurd de bi govendê hestên xwe dianîn ziman. Gelê Kurd karên xwe yên çandinî, cotkarî, şer, şîn û şahiyan tev bi govendê hestên xwe anîn ziman. Gelê Kurd çoşa xwe ji govend û klaman digre. Dîroka Kurdan dîroka govendê ye. Dema ku bûkê ji mal derdixin. Govendê dilîzin ji bo Kurdan şêwazek ya ziman e şahiya dilê xwe bi govendê tînin ziman. Dîsa di heman demê de dema ku keçek ji xortekî hezdike hest û evîna xwe bi govendê tîne ziman."

'HER LÎSTIKEK GOVENDÊ ÇÎROK E'

Duman da zanîn ku folklor zanista gel e û got, di dîrokê de mirovan govend wek ziman bi kar aniye. Duman destnîşan kir ku hemû lîstikên herêmên Kurdistanê hînî xwendekarên xwe dikin û ev tişt got: “Em li kîjan herêmê qûrsên foklorê vekin destpêkê lîstikên wê herêmê em hîn dikin. Piştre hemû lîstîkên herêmê hînî xwendekarên xwe dikin. Hemû lîstikên foklorê yên herêmên Kurdan li gorî herêma xwe cuda û dewlemende. Sê komên me yên foklorê hene.  Komek xweser ya jinan heye. Her du meh em lîstika herêmekê hînî xwendekarên xwe dikin. Ya herî girîng jî goven bala ciwanan dikêşe û eleqeyek baş nîşan didin.”