‘Rê’ya bê Kurdistan çi qasî ya Yilmaz Guney e?
Li Cannesê fîlmê Yol yê Yilmaz Guney dîsa hate nîşandan lê di versiyona nû de nivîsa Kurdistanê jê hate derxistin.
Li Cannesê fîlmê Yol yê Yilmaz Guney dîsa hate nîşandan lê di versiyona nû de nivîsa Kurdistanê jê hate derxistin.
‘’Fîlmê Suru (Kerî) dîroka gelê Kurd e. Lê di fîlm de min zimanê Kurdî jî bi kar neanî. Heke me Kurdî bi kar bianiye, hemû kesên ku di fîlm de lîstin wê bixistina girtîgehê. Yol (Rê) jî her çendî dengê wê li Ewropayê hatibe danîn jî min nekarî bikim Kurdî’’
Xwediyê van gotinan Yilmaz Guney sala 1983’an li di raportajekê de, ku ji nûçegihana Fransî Chrîs Kutscher re axivî, balê dikişî ser vê.
Guney, fîlmê ‘Yol’ ku honaka wê li Ewropayê danî, hewl da ku bi motîfan bike Kurdî. Bi taybetî ji bo vê jî destpêka fîlm de bi tîpên mezin navê Kurdistanê nivîsî.
Li gel van gotinên Guney jî fîlmê ‘Yol’ bi hemû hêlên xwe bû yek ji wan fîlman ku drama Kurdan vegotî û wiha derbasî dîroka sînamayê bû. Hem bi hêla xwe ya polîtîk, hem bi çîroka xwe û bi estetîka xwe ya hunerê berhemeke serkeftî ye. Fîlm li Tirkiyê qedexe bû, bi dizîka derxistine Ewropa, li vir honaka wê hate danîn û kete Festîvala Fîlman a Cannesê. Fîlm li vê derê, 1982’an li gel fîlmê Costa Gavras Winda (Mîssîn) xelata ‘’Palmiyeya Zêr’’ stand. Di pêvajoya festîvalê de Yilmaz Guney hewl da ku li derdorê xuya nebe. Ji ber ku li Tirkiyê biryara lêgerînê li ser hatibû standin û dabûn Interpolê jî. Heta merasîma xelatê ya festîvalê…
‘YOL A ORJÎNAL 35 SALAN LI TIRKIYÊ QEDEXE BÛ’
Film li Tirkiyê demeke dirêj qedexe bû. 1999’an fîlm ji hêla Fatoş Guney ve hate nûjenkirin, hin sahne jê hate derêxistin, bi halê 1 saet û 49 deqeyan kete vîzyonê. Ji van sahneyan yek jê jî ew sahne bû ku navê Kurdistanê derbas dibû ku di versiyona Cannesê ya 1982’an de hebû û rasterast Yilmaz Guney ev sahne kiribûyê. Ev 35 sal in halê orjînal ê fîlm li Tirkiyê qedexe ye.
Li vir niyeta me ne ew e ku bi dirêjî em behsa çîroka fîlmê Yol bikin. Teqez ku her kes di jiyana xwe de carekê li vî filmî nerî ye an jî kêm zêde çîroka wê bihistiye. Fîlmê Yol bi navê ‘’Yol-The Full Versîon’’ li Festîvala Fîlman a Cannesê ya 70’yî, di beşa ‘’Cannes Calassîc’ de hate nîşandan.
ARMANCA DONAT KEUTSCH ÇIYE?
Versîyona nû ya fîlm ji hêla derhênerê Swîsreyî Donat Keusch ve hatiye hazirkirin. Bi hin guherînên reng, deng bi versîyona 1 saet û 56 deqe li salona 79’an a Cannes Bunuelê hate nîşandan. Li gorî fîlmên din ên klasîk hema hema salon tije bû. Bi versîyona nû nîşandana fîlm rê li ber pirsan vekir, bi taybetî jî mirov şaş dimîne ku organîzasyoneke mezin a Festîvala Fîlman Cannes çawa tiştekî wiha dikare bike.
Derhêner Donat Keusch beriya fîlm were nîşandan axivî û got, fîlmê Yol fîlmê Kurd-Tirk e û li Swîsreyê hatiye çêkirin û got, ‘’Fîlm sala 1982’yan li Cannesê 25 deqe beşê wê yê zêde hate jêbirin. Piştî 35 salan ez lê fikirîm ku fîlm restore bikim’’ û bi vî rengî jî mebesta xwe vegot.
Lê pirs bi mirov re çêdibin bê ka Keusch bi kîjan mebestê fîlm montaj kiriye û projeyeke wiha kiriye. Ji ber ku hin dîmen û sahbetên ku di fîlm de hatine bikaranîn rasterast ji hêla Yilmaz Guney ve jê hatibûn derxistin. Bi taybetî jî hin sahneyên Suleyman, bavê mafya yê Edeneyî heye ku di fîlm de karekterê 6’ê ye û ji hêla Yilmaz Guney ve, ji bo ku li honakê nehatiye jê hatiye avêtin. Çend sahneyên qumar, fihûş û têkiliyên mafyayê yên çend deqe dom dikin li fîlm hatine zêdekirin, ji bilî vê tiştekî nû di fîlm de nîn e. Bi honakê hatiye lîstin, bi dengên nû, bi honaka Yilmaz Guney a 1982’an hatiye lîstin.
CANNES BI KÎJAN MEBESTÊ EV FÎLM QEBÛL KIR?
Bi taybetî jî mirov şaş dimîne û cihê gumanê ye ku nivîsa Kurdistanê ku Yilmaz Guney kiribûyê jê hatiye derxistin. Mirov fêhm nake ku Komîteya Festîvala Filman a Cannesê piştî 35 salan çima bi halê ojînal ê fîlm listiye. Gelo di encama kîjan têkiliyan de ev hatiye qebûlkirin.
KES QÎMETÊ BI VÊ NADE
Nuray Şahîn ku berê di xebata versiyona nû ya fîlm de li gel Donat Keusch xebitî û piştre ji bo ku li hev nekirin jê veqetiya, diyar kir ku wê karê giran ê fîlm ê montajê, diyalogên sahneyên nû û deng kiriye, Keusch ew xapandiye û got, ‘’bi taybetî heta ku ez di projeyê de hebûm jî navê Kurdistanê hebû. Lê piştî ku ez derketim navê Kurdistanê hatiye derxistin.’’
Piştî nîşandana Fîlm in li ser pirsa ‘’Çima nivîsa Kurdistanê hate derxistin?’’ Keusch got ‘’Halê orjînal ê fîlm ev e. Min ji Yilmaz Guney pirsî, wî jî wiha got’’ Lê her kes baş pê dizane ku dema ku Yilmaz Guney Fîlmê Yol 1982’an ji Festîvalê re dişîne şert datîne ku navê Kurdistanê hebe. Li gel vê jî nayê fêhmkirin bê kaç ima Keûsch nivîsa Kurdistanê derxistiye.
Têkildarî versiyona nû ya fîlm Fatoş Guney jî ji Alîn Taşçiyan a Sanatatakê re wiha dibêje: ‘’Fîlmê ku Yilmaz di dema xwe de kişandî, neecibandî û avêtî çopê mirov fîlm dîsa hilberînê ev beriya her tiştî bêhurmetiya li hunera hunermendekî weke Yilmaz Guney e, bêhurmetiyek li berhema wî ye. Bi ser de jî piştî 35 salan ji beşên ku Yilmaz Guney red kiriye ku bi kar bîne fîlmek were çêkirin û wî heqî di xwe de bibînin, ev mijar êdî mijare hiqûqê ye.
Ez û kurê xwe Yilmaz, têkildarî vê mîrateyê em ê wekaletê bidin komeke parêzer û em ê vê meseleyê li dadgehê çareser bikin. Ji ber ku 50 ji 100 ê heqê fîlm yê min û Guney Filimcilik e ku Yilmaz Guney şîrîkê wê bûye.’’
Fîlmê Yol ji niha ve wê gelek nîqaşan bi xwe re bîne. Lê teqez e ku temaşevanên sînameyê û hezkiriyên Yilmaz Guney wê qîmetê nedin vî fîlmê ku bi fikarên bazirganî û populîst hatiye çêkirin…