Qedera Misrê di destê artêşê de ye
Qedera Misrê di destê artêşê de ye
Qedera Misrê di destê artêşê de ye
Artêşa Misrê, Serokkomarê Îslamî Mûhammed Mûrsî ji wezîfeyê girt û rêveberiya welêt diyar kir. Mûxalîfên bi rojane li kolanane, ev yek bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazîkirin. Lê belê li aliyê din di nava eniya Birayên Misliman de hêrseke mezin li dijî vê heye.
Li Misrê xwepêşandanên ev du heftene dewam dikin, bi hilweşandina Serokkomar Mûhammed Mûrsî yê bi hilbijartinê hat ser deshilatdariyê, bi dawî bû. Artêşê Destûra Bingehîn rawestand û heta hilbijartin pêk were biryar da hukûmetek demborî ava bike.
Wezîrê Parastinê û Serokê Fermandariya Giştî Abdulfettah el Sîsî, piştî dema 48 saetan a ji bo çareseriya krîza siyasî temam bû, bi yek ji lîderên Eniya Rizgariya Netewî Serokê berê yê Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî Mûhammed El Baradey, Şêxê El-Ezher Ahmed et-Tayyîp, Patrîkê Dêra Kiptî Ortodoks a Misirê Kardînal Tovadros û Serokê Giştî yê Partiya Nûr'ê Celal Merra re hat cem hev. Di hevdîtinê de nûnerên tevgera Temerrud (Raperîn) jî hat nirxandin.
Demeke kin beriya temambûna dema Mûrsî ku, ultîmatoma artêşê red kiribû, pêşniyara komîsyona lihevkirinê anîbû ziman, lê belê ev pêşniyara wî hatibû redkirin. Li dû redkirina vê pêşniyarê Sîsî daxuyaniyek da û diyar kir ku Serokkomariya Mûrsî êdî nemaye û Destûra Bingehîn jî hatiye rawestandin.
Artêşê her weha qedexeya derketina derve danî ser Mûrsî û gelek lîderên Îslamî û dor li avahiya Serokkomariyê girt. Hat ragihandin ku armanca dorpêçkirinê ew e ku destûr ji alîgirên Mûrsî neyê dayîn ku bikevin avahiyê. Her weha hemû qenalên televîzyonê yên weşana alîgiriya Mûrsî dikin, hatin girtin.
El Sîsî ragihand ku heta hilbijartin pêk were, wê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn wezîfeya Serokkomariyê bike û got, "Wê hukûmeteke teknokrat a ji pisporan pêk tê, bê avakirin. Ji bo destûra bingehîn wê pêşnûme bê amadekirin, di vê pêşnûmeyê de berjewendiyên netewî li ber çavan bên girtin û tedbîrên pêwîst werin girtin. Artêşa Misirê wê destûrê bide hemû protestoyên aştiyane yên gelê Misirê. Di çarçoveya serdestiya huqûqê, me rol daniye pêşiya xwe. Saziyên netewî wê di dewrê de bin û saziyên xwedî erka biryardayînê ne, wê karê xwe dewam bikin. Piştî ku hemû aliyan li hev kirin, wê hilbijartin pêk werin."
Mûrsî jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew darbeya leşkerî qebûl nake û bang li Misiriyan kir ku li dijî darbeyê rawestin. Mûrsî got, "Ez niha Serokkomar im, di heman demê de fermandarê artêşê me."
Li gorî daxuyaniya rayedarekî nêzî Mûrsî ya da ajansa nûçeyan AFP'ê, bang li alîgirê Mûrsî hatiye kirin ku li dijî darbeyê bi awayekî aştiyane li ber xwe bidin. Mûhammed Mûrsî ku piştî hilweşîna rejîma Mubarrek hat ser desthilatdariyê, yekem serokdewletê bi hilbijartina azad hatibû ser desthilatdariyê bû.
Ji aliyê din ve, Dadgeha Temyîzê ya Misrê, cezayê salekê li Serokwezîr Hîşam Kandîl birrî û biryar da ji wezîfeyê bê girtin.