Qatilê bersûc yê bû sedem li Rûsya serhildan çêbin hat girtin

Qatilê bersûc yê bû sedem li Rûsya serhildan çêbin hat girtin

Qatilê bersûc ê ku li navçeya Biryulovo ya Moskowayê ciwanê Rûs qetilkiribû hate girtin.

Hate tesbît kirin ku, yê ku bû sedem li Rûsyayê serhildanek mezin ya netewperestiyê derbikeve holê Orhan Zeynelov yê eslê xwe Azeriye. Wezareta Derve aşkera kir ku, di encama operasyona ku polîsan bi piştgiriya tîmên taybet pêkanî de Orhan Zeynelov li Kolomna ya 120 km dûrî Moskowayê hate girtin.

Kuştina Yegor Şerbakov ku bu sedema hêrs û bûyerên tundiya rûniştvanên Moskowayê, bûyer şeva 9’ê Cotmehê  li qada navçeya Biryulovo-Zapadnoe rûdabû. Şerbakov û hevala wî ya jin dema ku vedigerîn malê rastî êrîşa zilamekê ku nêzî wan dibû hatibû. Zilamê ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû û gûmanbar jî reviyabû.

Roja 13’ê Cotmehê li Biryulovoyê meşa gel ya ji bo girtina kujerê Şerbakov destpê kir, li Navenda Bazirganiya Biryuzayê û bazara sebze vegerîbû bûyerên tundî. Di navbera xwepêşdan û polîsan de pevçûn derketibû.

Piştî bûyerê li hember Misilmanên penaber ên li Moskowayê jiyan dikin bertek mezinbû û vê rê li ber dijminahiya penaberan vekir.

Di dema ku rageşî rûda de, biwesîleya Cejnê bi hezaran Misilman daketin kolanan û nimêj kiri, vê jî rê li ber nîqaşan vekir.