Roja çarșemê șaxa bajarê Marburgê ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK Marburg) bi hevkariya destpêșxeriya sînemaya xwendekaran a zanîngeha bajêr “Filmriss” re her du filmên Kurdî yên “Min Dît” û “Press” pêșkêș kirin.
Bi dehan xwendekar û Kurdistanî tevlî șeva filmên Kurdî bûn. Axaftina destpêkê duzimanî bi zaravayê Kurdî yê Kurmancî û Amanî hat kirin. YXK‘iyan pêșiyê koma xwe ya YXK’ê û her du filman dan nasandin.
Piștî danasînê axaftvanan bûyerên kiryar nediyar û zextên li ser rojnamevanan ên di film de tên problematîzekirin bi rewșa îroyîn ve girêdan û bi vî awayî anîn zimên ku ji bilî kirasê fașîzma dewletê tișteke din nehatiye guherîn.
Piștî axaftina destpêkê filîmê “Min Dît” ê Mîraz Bîzar ê li ser jiyana zarokên sewî yên Amedî ye û kuștinên kiryar nediyar bi awayekî hûnerî tine ser perdeya spî hat nîșandan.
Standa pirtûk û çayê ya li ber dêrî hatî avakirin di navbera nîv demjimêrê dom kirî de rastî eleqeyeka mezin hat. Piștî navberê filîmê “Press” ê li ser xebata rojnamevanên “Gundem” dilîzê û xebata pîroz a rojnamevanan di salên 90’î de dide nasîn hat pêșkêșkirin.
Di dawiya șeva filîman de YXK’iyan spasiya xwe ji bo hatina temașevanan anîn zimên û bi vî awayî xatirê xwe ji mêvanên xwe xwestin.