Platforma Yekîtiya Hêzê: Hûn nikarin vî dengî qut bikin

Platforma Yekîtiya Hêzê: Hûn nikarin vî dengî qut bikin

Platforma Yêkîtiya Hêzê ya Elmanya, li hemberî biryara Danîmarkayê got,  "ROJ, MMC û NÛÇE TV dengê kesên ku demokrasî û aştiyê dixwazin. Hêza tu kesî têr nake vî dengî qut bike.”

Platforma Yekîtiya Hêzê ya li Elmanyayê ku ji rêxistinên Koçber ên Kurd, Tirk, Ereb, Asûr û Ermenî pêk tê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn li hemberî biryara girtina, Roj, Nûçe ve MMC TV nîşan da.

Platformê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Ev  biryar mîna doza Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Fransayê hatin qetilkirin polîtîk e. Bi vê biryarê dixwazin tevgera Kurd bitirsînın. Ev biryara ku bi zexta dewleta Tirk a li ser Danîmarkayê hatiye girtin nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar bi pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin ve girêdayî ye.

Daxuyanî bi hevokan berdewam dike:

Em wek pêkhateyên Platforma Yekîtîya Hêzê ya Demokratîk a Elmanya dibêjin ku, ROJ TV, MMC TV û  NÛÇE TV deng, çav û guhê me ye. tu kes nikarî vî dengî qut bike û em ê her tim ligel  ROJ TV, MMC TV û NÛÇE TV bin.”