Piştî Dîrk, bahoza Erich tê!

Piştî Dîrk, bahoza Erich tê!

Li Ewropayê bandoriya bahoza bi navê Dîrk hîn ji didome. Tê payîn ku ji şeva Înê û pê ve bahoza bi navê “Erich” ya nû bê. Ji ber bahoza Dîrk li parzemîna pîr herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke mezin a madî rû da.

Bahoza Dîrk li Îngilîstanê bibû sedema mirina 5 kesan, li Fransayê jî kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Bahozê bi taybetî li giravên Îngilîstan, bakurê Ewropayê û bakurê Fransayê dabû.

Bayê dijwar di Noelê de qels bû, lê tê payîn li bajûrrojhilatê Fransayê ba û baraneke dijwar ji nû ve bidin der. Li Îngilîstanê rewşa hewayê hinekê baş bûye, lê li bakurê Îrlandayê û Skoçyayê bahoz didome. Îro di saetên nîvro de li gelemperiya Îngilîstanê  130 hezar mal bê ceryan man.

Li Fransayê roja Sêşemê bi giştî 145 hezar mal bê ceyran mabûn. Li rojavayê welat jî 45 hezar mal ji ber bahozê bê ceryan man. Li 5 herêman bangên hişyariyê tên kirin. Li peravên Derya Spî jî îro bahoza bi hêz didome. Pêlên deryayê ji 3 heta 4 metreyan bilind bûn. Tevahiya perav di bin rîskê de ne Li herêma Provence-Alpes-Coteyê jî baraneke zêde dibare. 

Li hinek herêmên Swîsreyê leza bahozê saetê gihaşt 208 kîlometreyan.

Ji roja Înê û pê ve wê bahozekî nû li bejahiyên derya Manşê bide der. Bahoza ku meteorolojî bi navê Erich bi nav dikin dibêjin dibe ku ji ya Dîrk bi hêztir be. Niha bakurê  Fransa li benda bahoza saetê 100 km ye.