Pirtûkçeya 50’emîn Newroza Serfiraziyê hat weşandin

PJAK’ê pirtûkçeya bi navê “50’emîn Newroza Serfiraziyê” weşand. PJAK destnîşan dike ku Newroz bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avabûna PKK’ê re bedewtir, watedartir bûye û vegeriyaye ser cewhera xwe ya bingehîn.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi rasthatina Newroza 2022’an pirtûkçeya bi navê “50’emîn Newroza Serfiraziyê” li ser malpera xwe weşand.

PJAK’ê ji bo danasîna pirtûkçeyê ev tişt anîn ziman;

“Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê em Newrozeke nû dijîn. Newroz veguheriye cejna yekîtî, berxwedan û azadiya me û yek ji cejnên kevnar a dîroka mirovatiyê ye. Bi têkoşîna Rêbertî û avabûna PKK’ê re Newroz bedewtir, watedartir bûye û vegeriyaye ser cewhera xwe ya bingehîn. Çawa ku bi hatina biharê re gul ji nû ve dipişkivin, em jî bi hatina Newrozê re xwe nû dikin û careke din xwe ava dikin; bi ruh û zanebûna girîngiya yekîtiyê, em ê berxwedan û azadiyê bigihînin lûtkeyê.

Bi vê boneyê pirtûkçeya Newroza 50’emîn hate weşandin.”

Pirtûka bi zaravayê Kurmancî û zimanên Farsî û Azerî hatiye amadekirin li ser vî lînkê ye.