Pirtûka 'Hunera 55 salan Dilovan' hate weşandin

Hunermend û nivîskarê Kurd Hemîd Ûrmiye pirtûka xwe ya '55 stran hunera Dilovan' weşand.

Hozan Dilovan navek e ku bi kilamên xwe di hiş û dilê gelê Kurd de cih girtiye. Yekem car di sala 1969'an de, di 15 saliya xwe de, di Newroza Moskowê de derket ser dikê. Hunera Hozan Dilovan, ku di sala 1980 de li Yekîtiya Sovyetê jî bi navê 'hunermendê dewletê' wergirtiye, kevneşopiyeke malbatî ye. Kurê dengbêj Reşîde Baso, yek ji dengbêjên nas ên Radyoya Êrîvanê ye. Hunermendê Kurd Nivîskar Hemîd Ûrmiye li ser pirtûka “Hunera 55 salan Dilovan” ku jiyan û hunera Hunermendê Kurd ê navdar Dilovan vedibêje, ji ANF’ê re axivî.

Hûn dikarin hinekî behsa pirtûka xwe bikin?

Pirtûk li ser jiyan û bi taybetî jiyana hunerî ya hozan Dilovan hatiye berhevkirin, ji xeynî vê berhem û helbestên Dilovan jî weke arşîv di vê pirtûkê de hatine komkirin. Bi giştî di pirtûkê de lêkolînek berfireh der barê jiyana hunerî ya hozan Dilovan hatiye kirin.

Fikra nivîsandina pirtûkeke wiha ji ku hat?

Zindî ragirtina ked û xebata hunermendan bi her awayî erk e li ser milê me hemiyan. Ji ber vê min berê jî gotibû rêzgirtina herî mezin ji keda hunermendan re berhevkirina jiyana wan weke pirtûk ji bo arşîva pirtûkxaneya kurdî ye. 

Pirtûk çend rûpel e, ji kîjan weşanxaneyê belav bû?

Pirtûk ji 247 rûpelan pêk tê. Ji weşanên Sîtav çap û belav bû. 

Cihê Dilovan di huner û çanda Kurdî de çi ye?

Belê, ji bo pir kesan pirs e çima navê pirtûkê Hunera 55 Salan Dilovan e! Hozan Dilovan 55 salan bêrawestan, bi hemî hêz û quweta xwe xizmeta hunera Kurdî kiriye û di wan 55 salan de wekî stêrkeke hunerî li ser dikê ronahî daye çand, huner û zimanê Kurdî. Va ye îro em encama hunera 55 salan Dilovan dibînin û li bejn û bala wî pîroz dikin, navê berhemê jî ji keda salên bihorî hatiye vergirtin.

Dilovan weke navê xwe, dilovanê çand û hunera Kurdî ye û bi hunera xwe ya zêrîn bûye serkêşê wêje û çand û hunerê ku bi sedan ciwanan di qada hunerê de mafa jê vergirtine. 

Destpêkirin û qutbûna pirtûkê ne zêde demgir bû, piştî çend mehan qediya. Amadekirina vê pirtûkê ji min re weke senaryoyekê bû û bi kelecan kêlî bi kêliyên wê re dimeşiyam.  

Hunermend û nivîskarên Kurd ji bo pêşketin û mayîndebûna wêje, huner û çanda Kurdî divê çi bikin?

Hêviya gel ji hunermend û nivîskran pir e, ji ber wê erka ser milê wan giran e. Erka nivîskar û hunermendan e wêje û çandê biparêzin, bêrawestan binivîsin, berheman bidin ber destê xwendevanan û berî her tiştî li ser ziman pir bi micidî bixebitin.