Pêşbirka Xelata Çîrokan a Şerzan Kûrt bi dawî bû

Encamên Pêşbirka Xelata Çîrokan a Şerzan Kûrt hate eşkerekirin.

Ji bo xwendekarê Kurd Şerzan Kûrt ê ku li Mûglayê ji aliyê polîsan hatibû qetilkirin, pêşbirka çîrokan hatibû destpêkirin. Encamên Xelatên Çîrokan a 10’emîn hate eşkerekirin.

Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê her sal vê pêşbirkê li dar dixe. Di beşa çîroka bi Kurdî de Kenan Erdencî bi çîroka ‘Demên xwerû’, di beşa çîroka bi Tirkî de Mûsta Unal bi çîroka bi navê ‘Cansel’ û Roza Alkan jî bi berhema ‘Di bin avê de’ hêjayî xelatê hatin dîtin.

Xelata Kedê ya pêşbirkê jî ji ber xebatên wî yên li ser Kurdî, dan nivîskar Helîm Yûsiv.