Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî destpê kir

23. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê YXK'ê ve tê lidarxistin, destpê kir. Di pêşbirkê de wê îsal di nava beşa wêjeyê de cih ji berhemên Ermenî re bê dayîn.

23. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, destpê kir. Di pêşbirkê de wê îsal di nava beşa wêjeyê de cih ji berhemên Ermenî re bê dayîn.

Di daxuyaniya YXK'ê ya li ser mijarê de hat ragihandin ku ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya ku ji sala 1993'an û vir ve bi kevneşopî tê lidarxistin, ji 15'ê Gulanê û pê ve serlêdanan destpê kirine û hat gotin, "Ji bo pêşbirkê, heta 31'ê Tebaxa 2015'an çîro û helbest dikarin werin şandin. Îsal tevî zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soryanî yên Kurdî, berhemên bi zimanên Ermenî, Tirkî û Elmanî jî tên qebûlkirin."

'HEBÛNA JI NÛ VE, DI ÇAND Û HUNERÊ DE XWE DIDE XUYAKIRIN'

YXK'ê da xuyakirin ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê di asta Ronesansa Kurd de ye û destnîşan kir ku ji nû ve vejîn herî zêde xwe di çand, huner û qadên din ên sosyalîteyê de dide xuyakirin.

DIYARÎ ERMENÎ, ASÛRÎ Û MIROVÊN LI ROJAVA Û ŞENGALÊ JIYANA XWE JI DEST DAN HAT KIRIN

Bi munasebeta 100. salveger Qirkirina Ermeniyan YXK'ê pêşbirka îsal diyarî gelê Ermenî, şoreşgerên li Rojava û Şengalê jiyana xwe ji dest dan, Asûriyan û hemû gel û çandên li Mezopotamyayê yên rastî qirkirinê hatin, kir. 

YXK'ê da zanîn ku par 485 berhem tevlî pêşbirkê bûne û îsal di beşa wêjeyê de wê ji berhemên Ermenî re jî cih were veqetandin.

MERCÊN BEŞDARIYÊ

23. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, mîna her sal îsal jî ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn; ji 15'ê Gulanê heta 31'ê Tebaxê qebûlkirina berheman e. Di vê demê de wê berhem wê di çarçoveya şertên li jêrê hatine diyarkirin de ji navnîşan û e-mailên hatine destnîşankirin re bên şandin. Ev berhem wê ji aliyê jûriyan ve bi awayekî cuda cuda werin nirxandin. 

Beşa duyemîn jî; çalakiya fînalê ye. Di 17'ê Cotmeha 2015'an de wê li bajarê Elmanya Dortmûndê bi merasîmekê berhemên ketine dereceyê bi raya giştî re werin parvekirin. 

Zimanên berheman wê Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî), Elmanî, Ermenî û Tirkî be. Pêwîste berhem beriya niha li ti deverê nehatibe weşandin. Beşdar, di beşa helbestan de bi du berheman, di beşa çîrokan de jî dikarin bi berhemekê tevlî bibin. Beşdar divê li gel berhemên xwe nivîsek li ser kurte jiyana xwe heta 31'ê Tebaxa 2015'an bişînin navnîşana hatiye dayîn. Beşdarên derfeta wan nîne, wê karibin berhemên xwe bi rêya e-mailê bişînin.

JÛRI

Beşa helbestên Kurmancî: Fatma Savci, Rênas Jiyan, Medenî Ferho
Beşa çîrokên Kurmancî: Sîdar Jîr, Dilaver Zeraq, Mazhar Roj
Beşa çîrok û helbestên Kirmanckî: Denîz Gunduz, Haydar Diljen, Îhsan Espar  
Beşa çîrok helbestên Soranî: Xerî Sengale, Mansour Teyforî 
Beşa çîrok û helbestên Elmanî: Fatîma Moumounî û xwendekarên YXK'ê
Beşa çîrok û helbestên Ermenî: Dr. Vazrîg Bazîl, Arîs Nalcî, Pakrat Estûkyan 
Beşa helbestên Tirkî: Hîcrî Îzgoren, Şukru Erbaş, Sezaî Sarioglû
Beşa çîrokên Tirkî: Gunay Aslan, Guler Yildiz, Îrfan Aktan

NAVNÎŞANA BERHEM JÊ RE WERE ŞANDIN

Navnîşan: Edebiyat etkinliği Postfach 10 03 1044003 Dortmund 
E-mail: [email protected] 
Ji bo agahiyên berfireh: [email protected]