1. Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin, bi dawî bû. Weşangerên ku beşdarî fuarê bûn, bi dilxweşî ji fuarê veqetiyan û xwestin ku salên pêş jî fuar ji aliyê şaredariyê ve bê lidarxistin.
Fuara Pirtûkan a Amedê, bi kêfxweşiya weşanger û xwendeyan bi dawî bû. Fuar 6 rojan dewam kir, 72 weşanxane beşdar bûn, li 5 salonên cuda li dora 80 panel, gotûbêj û konser pêk hatin. Fuar li Sumerparkê di bin kon û Galeriya Amedê de pêk hat û bû cihê kêfxweşiya welatiyan.
Yek ji endamên komîteya amadekar a fuarê Mehmet Çakmak diyar kir ku ew ji encamê gelekî kêfxweş in û got, "Tirsa me ew bû, ji zêdebûna bernameyan eleqe kêm be. Lê wisa çênebû, encama wê baş bû."
Çakmak diyar kir ku ji rapirsiyên weşangeran xuya bûye ku beşdariyeke pir baş çêbûye û got, "her wiha weşangeran di nava xwe de kampanyaya îmzeyan pêk anîne da ku salên pêş jî şaredarî vê fuarê li dar bixe."