Perwerdeya zimanê dayikê êdî li Taxa Haciahmet e

Komeleya Deyvan, ji 29’ê Adara 2015’an û pê ve li Taxa Haciahmet a Beygolu starta kursa zimanê Kurdî da.

Komeleya Deyvan, ji 29’ê Adara 2015’an û pê ve li Taxa Haciahmet a Beygolu starta kursa zimanê Kurdî da. Serokê Komeleyê Abdullah Baysal ji ANF’ê re axivî û got bi 25 xwendekarî dest bi perwerdehiyê kirine û hedefa wan ev e ku xwe bigihînin sedan kesî.  Baysal bi lêv kir ku ji bo peşî li asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bê girtin divê kurs bên zêdekirin û bang li hemû komeleyên Kurdistanî yên Stenbolê kirin ku kursên Kurdî vekin.

Abdullah Baysal ku li Kerborana Mêrdînê li gundê Deywan hat dinê di 1978’an de ji ber zextên dewletê neçar ma koç bike. Baysal got: “Cerdevanan bi zora leşkeran 24 saet dan me ku em ji gund derkevin. Em hatin Mêrdînê, lê dewletê dîsa em rehet bernedan. Piştî tehdîd û tacîzan, dikana min hat şewitandin, ez bi mirinê hatim tehdîdkirin. Çareya dawî koçberkirin bû.” Baysal da zanîn ku pir bêriya gundê xwe Deywan bike jî ji ber tehdîdan nekarî vegere gundê xwe.

DIVÊ KURS BÊN ZÊDEKIRIN

Baysal bilêv kir ku ji bo navê gundê xwe bide jiyîn di 2013’an de li Taxa Haciahmet a Beyoglu bi beşdarbûna hezaran kesî Komeleya Deyvan ava kiriye û ji 29’ê Adara 2015’an şûn ve starta kursa zimanê Kurdî da. Baysal destnîşan kir ku ji bo astengiya dewletê ya li pêşiya zimanê Kurdî ji holê rakin biryara vekirina kursê dane û got: “Min ev ji bo xwe wek peywir dît. Kursê roja Yekşemê bi beşdarbûna 25 kesî destpê kir. Di nava kesên hatin de xwendekarên Tirk jî hene. Hedefa me ev e ku em bi xwe bigihînin sedan kesî. Bi taybet jî di mehên havînê de em ê perwerdeyê bidin zarokan.”

Baysal di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ew jî wek gelek Kurdên ku neçar mane koçî Stenbolê bike, her çiqas zimanê xwe jibîr neke jî zimanê wan hatin asîmîlekirin û got: “Ji ber vê polîtîkaya asîmîlasyonê zarokên min baş Kurdî nizanin. Gelo ji vê bi êştir wê çi hebe.”

Baysal wiha pê de çû: “Nîvê 77 mîlyon nifûsa Tirkiyeyê ji Kurdan pêk tê.  Lê hê Kurd ne xwedî mafên wekhevin. Her wiha em li di vê ne ku zimanê Kurdî li dibistanan wek dersa hilbijarte tê dayîn. Kîjan Kurd wê vê qebûl bike? Em dixwazin di şert û mercên wekhev de bijîn.”

Baysal got ku her Yekşemê saet di navbera 19.00 û 22.00’an de wê kurs bên dayîn.