PADÊ: Armanca dewleta Tirk tinekirina civaka Êzidî ye, bêdeng nemînin

PADÊ destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo tinekirina civaka Êzidî êrişî Şengalê dike û destnîşan kir ku wê bi xurtkirina YBŞ'ê, bi xwedîderketina li Şengalê bersiva vê yekê bidin. PADÊ bêdengiya dewleta Iraqê û hêzên navneteweyî jî şermezar kir.

Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li ser êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li Şengalê, ku di encamê de 4 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'BI ÊRIŞAN DIXWAZIN CIVAKA ÊZIDÎ JI WARÊ WAN DÛR BIXÎNIN Û TINE BIKIN'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku yek ji şehîdan fermandar Zerdeşt Şengalî bi ked û fedakariya xwe xizmetên pîroz ji civaka Êzidiyan re kiribû û hate gotin, "Ji bo tola Êzidiyan tevlî hemû hemleyên li diji DAÎŞ’ê li Rojava bû û bi dehan keç û zarokên Êzidiyan ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir."

PADÊ destnîşan kir, dewleta faşîst a dîktator Erdogan bi alîkariya Kurdên xayin hovîtiya xwe nîşan da û ragihand, armanc ji van êrişan ew e ku Êzidiyan ji xaka wan dûr bixînin.

Di daxuyaniya PADÊ de îdîaya dewleta Tirk ku dibêje "PKK li herêmê heye" bi bîr xist û destnîşan kir, ku cîhan hemû zane ev derew e, armanc tinekirina civaka Êzidî ye.

Desteya Rêveber a PADÊ bi bîr xist ku ji dema Osmaniyan ve bi dehan caran ferman li Êzidiyan hatiye rakirin û pirsa "Ma wê demê PKK hebû?" kir.

'BI XURTKIRINA YBŞ'Ê EM BERSIVA ÊRIŞAN BIDIN'

PADÊ ragihand ku daxwaza rastî ya dewleta Tirk tinekirina civaka Êzidî ye û diyar kir, "Em bang li tevahî civaka Êzidî û gelê Kurd dikin ku li hemberî van hovitiyên dewlata Tirk û dîktator Erdogan bêdeng nemînin. Em bang li xort u keçên Êzidiyan dikin ku YBŞ’ê tenê nehêlin û li şehîden 73 fermanan xwedî derkevin. Li Şengalê xwedî derkevin û daxwazên xayînan pêk neynin, bi rexistinkirina xwe bersiv bidin dijminan. Divê em dijminên xwe nas bikin ku dixwazin bi van êrîşan me bitirsînin û serê me bitewînin. Em vê siyaseta qirêj qebûl nekin, bi helwest û tevlî bûna xwe ya nav refên YBŞ’ê bersiva van êrîşên dijmin û neyaran bidin."

BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

PADÊ bang li hêzên navneteweyî jî kir û ev hişyarî da: "Heke Neteweyên Yekbûyî, DYE, dewletên Ewropa, dewletên Îslamî, dewleta Iraqê li hemberi va êrîşên dewleta Tirkbê deng bimînin, wê bê wateya ku ev hêz ji qirkirina Êzidiyan re çavê xwe digirin. Lewre Erdoganê dîktator ji bêdengiya we hêz digire.

'YBŞ HÊZEKE FERMÎ YA IRAQÊ YE, ÇAWA DIBE KU IRAQ BÊDENG DIMÎNE?'

Em bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi tundî şermezar dikin. YBŞ, hêza fermî ya parastina Êzidiyan e û ev ji aliyê dewleta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye pejirandin. Çawa dibe ku dewleta Iraqê li hemberî êrîşên hêzeke fermî a girêdayî hukumeta Iraqê bêdeng dimîne? Divê ev ji raya giştî re bê îzahkirin.

'BÊDENGÎ WÊ ÊRIŞAN ZÊDE BIKE, ÊDÎ BES E'

Em li bendêne ku dewleta Iraqê helwesteke ku Êzidiyan û mirovahiyê razî bike, nîşan bide. Tevahiya cîhanê dizane ku xelîfeyê DAÎŞ’ê Erdogan e û bi DAÎŞ’ê gef li hemû cîhanê dixwe. Divê bê zanîn ku heke bêdeng bimînin wê ev gef li wan derdoran vegere. Mînakên vê Rojava, Şengal û Libya li ber çavan e. Me hêj fermana li ser Şengalê, li bazaran firotina keç û zarokên Êzidiyan jibîr nekiriye. Ji bo wê divê her kes li dijî van êrîşan bêdeng nemîne Lewre em ji bêdengiyê re dibêjin êdî bes e!"