Orkestraya rîtmê ya bi hezar zarokî

Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a bi ser Şaredariya me, amadekariya xebatên orkestraya rîtmî ya hezar zarokên 3-14 salî qedandin. Hezar zarok, 24’ê Gulanê wê li Tesîsên Sporê yên Şilbeyê bi orkestraya rîtmî derkevin pêş temaşevanan.

Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê van rojan din av xebatên germ û gur de ye. Perwerdekarê konservatuarê Şêrko Kanîwar, hezar zarokên 3-14 salî ji bo 24’ê Gulanê li Tesîsên Sporê yên Şîlbê orkestraya rîtmê girêdin amade dike.

Kanîwar diyar kir ku ew bi neh komên cihê yên li Navenda Çandê ya Cegerxwîn, Navenda Piştgiriya Zarokan a Xizmetguzariya Civakî, Dibistana Ferzad Kemanger û zarokên li taxên derdora Qesra Cemîlpaşa re xebatan dimeşînin, ew ê 21-22-23’ê Gulanê van koman bînin cem hev û roja 24’ê Gulanê li Tesîsên Sporê yên Şilbê orkestraya rîtmî ya suriştî girêdin. Kanîwar aşkera kir, heta 21’ê Gulanê ew ê qeyda zarokan qebûl bikin. Kanîwar, der barê xebatê de agahiyên berfireh dan.

...