Ocalan: Ger heyeta dewletê neyê dê pêvajo bi dawî bibe
Ocalan: Ger heyeta dewletê neyê dê pêvajo bi dawî bibe
Ocalan: Ger heyeta dewletê neyê dê pêvajo bi dawî bibe
Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku Abdullah Ocalan der barê pêvajoyê wiha axivî: "Di vê astê de ez ji bo berdewamkirina pêvajoyê amade me. Min tiştên pêwîst ji heyeta dewletê re ragihand. Heyeta dewletê hêj bersiv nedaye. Ez nizanim dê bên an neyên. Li gorî min divê pêvajo bi awayekî nû û rengekî nû bidome. Ger heyeta dewletê werê, em ê bi wan re nîqaş bikin û li ser pêşveçûna pêvajoyê biaxivin. Ger heyeta dewletê neyê, bawer dikim ji bo wan pêvajo bî dawî bûye û ji bo me jî dê bi dawî bibe."
Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û kiteyên hevdîtinê ji DÎHA'yê re parve kir. Mehmet Ocalan anî ziman ku Abdullah Ocalan der barê pêvajo çareseriyê, hilbijartinên herêmî, kongreya HDP'ê ku di 27'ê cotmehê de bê lidarxistin nirxandin kiriye. Mehmet Ocalan da zanîn ku tenduristiya Ocalan baş bû û nameyan ku ji Qendilê hatine şandin gihîştiye destê wî.
'GER HEYETA DEWLETÊ WERÊ EM Ê LI GORÎ WÊ BINIRXÎNIN'
Mehmet Ocalan da zanîn ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh kirine û diyar kir ku Ocalan ev tişt gotiye: "Ji bo min pêvajoya salekê di 15'ê cotmehê de bi dawî bûye. Bawerkim saleke ev pêvajo tê nîqaşkirin. Di vê pêvajoyê de ne leşker ne jî gerîlla nemirin, ez kêfxweş im, bawerkim gel jî kêfxweş e. Dê li vir wiha pêvajo çawa bidome, ez di vê astê de nikarim texmîn bikim. Ger di vê pêvajoyê de qonaxa yekemîn bi dawî bûbe, divê qonaxa duyemîn berfirehtir û kûrtir bibe."
Mehmet Ocalan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye divê pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û kûranî bê çareserkirin û wiha gotiye: "Bêguman pirsgirêkên ku bên çareserkirin mezin û giran in. Di vê astê de ez ji bo berdewamkirina pêvajoyê amade me. Min tiştên pêwîst ji heyeta dewletê re ragihand. Heyeta dewletê hêj bersiv nedaye. Ez nizanim dê bên an neyên. Li gorî min divê pêvajo bi awayekî nû û rengekî nû bidome. Ger heyeta dewletê werê, em ê bi wan re nîqaş bikin û li ser pêşveçûna pêvajoyê biaxivin. Ger heyeta dewletê neyê, bawer dikim ji bo wan pêvajo bî dawî bûye û ji bo me jî dê bi dawî bibe. Ango derbasî qonaxa duyemîn nebin dê pêvajo bi dawî bibe. Hûn dikarin wiha binirxînin. Ez ji bo pêvajo ne zêde hêvîdarim, ne jî bê hêvî me. Divê herkes vê bizanibe. Ez ê piştgiriyê bidim pêvajoyê. Ger heyeta dewletê were em ê li gorî wê binirxînin."
'DIVÊ BDP BIRYARA KÎ DI HEYETÊ CIH BIGIRE BIDE'
Mehmet Ocalan anî ziman ku di hevdîtinê de der barê di heyetê de cihnegertina hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivîne û Abdullah Ocalan di vê mijarê de wiha axiviye: "Ne raste ku hikûmet der barê heyeta BDP'ê bibêje bila ev kes cih bigire, ev kes cih negire. Divê BDP biryara kî di heyetê cih bigire bide. Bawerkim dê li vir wiha BDP biryarê bide. Jixwe BDP biryarê nede, ew jî nayên. Ev rêgez û helwesteke rast e. Ez jî piştgiriyê didim vê yekê." Mehmet Ocalan anî ziman ku nameyên ku ji aliyê Qendîlê hatine şandin gihîştiye destê Ocalan, nameyan dixwîne û dinirxîne.
'DIVÊ DEMOKRASÎ Û AZADÎ DI NAV ME DE PÊŞBIKEVE'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser hilbijartinên herêmî û mijara hevseroktiyê rawestiya û wiha gotiye: "Divê mijara hevseroktiyê bibe rojev. Feydeya kotaya jinan ya sedî 40 ji tu kesekî re nîne. Ya herî paqij û baş pergela hevseroktiyê ye. Divê ev hem di rojevê de bimîne û hem jî di pratîkê de pêk were. Divê ji bo hilbijartinên herêmî namzet di encama pêşhilbijartinan bên diyarkirin. Namzetên tu cihî nehatiye diyarkirin. Divê gelê me vê yekê baş bizanibe. Ne namzetên Amedê ne jî namzetên cihekî din nehatine diyarkirin. Ji ber vê yekê pêşhilbijartin pir girîng in. Divê hilbijartin demokratîk be. Divê kesên ku du serdemên şaredariyê dikin, xwe ji paşve bikişînin. Daxwaza me ew e ku di serdema sêyemîn de nebin namzet. Divê edalet û hiqûq pêk were. Ne raste ku di malbatekê de hem şaredar û hem jî parlamenter pir bibin. Ger em bixwazin gelê kurd azad bibin, divê em di nav xwe de demokrasî û azadiyê pêş bixin."
'JI KONGREYA HDP'Ê SERKEFTINÊ DIXWAZIM'
Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocalan ji bo kongreya HDP'ê ku dê di 27'ê cotmehê de bê lidarxistin peyam daye û wiha gotiye: "Dê nava vê hefteyê de kongreya HDP'ê pêk were. Divê li vir wiha bêtir girîngiyê bidin HDP'ê û hemû kes piştgiriyê bide HDP'ê. Ev projeyeke me kevn e. Em ê hewl bidin niha bixin meriyetê. Ji kongereya HDP'ê re serkeftinê dixwazim." Mehmet Ocalan diyar kir ku tenduristiya Ocalan baş bû, silav û rêzên xwe pêşkeşî hemû kesî kiriye.