Obama wê stratejiya xwe roja Çarşemê aşkera bike

Obama wê stratejiya xwe roja Çarşemê aşkera bike

Serokê DYA Barack Obama da xuyakirin ku ew ê stratejiya DYA ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, roja Çarşemê aşkera bike.

Obama beşdarî bernameya Meet teh Press a di televîzyona NBC de bû û diyar kir ku ew ê ne tenê rêveçûna DAIŞ'ê bisekinînin di heman demê de ew ê derfetên çeteyan kêm bikin, xaka di destê wan de dorteng bikin û di dawiyê de jî wan têk bibin.

Obama ragihand ku ew ê roja Sêşemê bi endamên Senato û Meclîsa Nûneran re hevdîtinê bike û vê mijarê binirxîne. Obama da zanîn ku ew ê biryara xwe ya li ser vê stratejiyê roja Çarşemê di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de aşkera bike.

Obama da zanîn ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de wê rêbaza leşkerî bê bikaranîn û ji niha bêtir xwedî bandor be. Obama her wiha anî ziman ku ew ê welatê xwe tevlî şerekî neke.

Obama diyar kir ku divê kes ne li bendê be roja Çarşemê biryara operasyoneke bejahî bê dayîn û destnîşan kir ku rewşa heyî paralelî şerê Iraqê nîne.