Obama sînyala bombebarana li nava Sûriyeyê da

Obama sînyala bombebarana li nava Sûriyeyê da

Serokê DYA Barack Obama da xuyakirin ku welatê wî dê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyona leşkerî lidar bixe. Obama ji bo bombebaran li Sûriyeyê sînyal da û got, "Armanca me zelal e. Em ê DAIŞ'ê qels bikin û taliyê jî tine bikin."

Obama ber destê sibehê di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de, stratejiya li dijî DAIŞ'ê ya bi rojan dihat hêvîkirin, aşkera kir. Obama diyar kir ku li dijî DAIŞ'ê wê êrîşên hewayî bên zêdekirin û wê li "her cihî" milîtanên rêxistinê hedef bigirin.

Obama got, "Li dijî DAIŞ'ê, tevî Iraqê bêyî dudilê em ê li Sûriyeyê jî bikevin nava tevgerê" û anî ziman ku ew ê alîkariya çekan bidin mûxalîfên Sûriyeyî.

Serokê DYA da xuyakirin ku komeke gefê li welatê wî bixwe, li ti deverê nikare bistirê û diyar kir ku ew ê ji koalîsyoneke berfireh a "gefa terorê bêbandor bike" re lîderiyê bikin.

Obama her wiha da zanîn ku DYA wê 475 leşkeran bişînin Iraqê. Leşkerên bên şandin jî wê ji artêşa Iraqê re şêwirmendiyê bikin.

Serokê DYA ragihand ku ew ê bi hikûmeta Iraqê re bixebitin, lê belê leşkerên Amerîkî wê li Iraqê mîsyoneke şervaniyê hilnegirin ser milê xwe.