Obama planên xwe yên li dijî DAIŞ'ê bi lîderên Kongreyê re parve kir

Obama planên xwe yên li dijî DAIŞ'ê bi lîderên Kongreyê re parve kir

Serokê DYA Barack Obama, planên xwe yên li ser berfirehkirina operasyona leşkerî ya li hemberî DAIŞ'ê, bi lîderên Kongreyê re parve kir.

Obama roja Sêşemê li Qesra Spî lîderê Demokratan ê li Senatoyê Harry Reid û lîdera li Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî, Serokê Meclîsa Nûneran a Komargehan John Boehner û lîderê Komargeran ê li Senatoyê Mitch McConnell vehewand.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hat diyarkirin ku hevdîtina Obama ya bi lîderên Kongreyê re "berhemdar" derbas bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku erka Obama ya tevgerek li dijî DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê heye û ev yek ji lîderên Kongreyê re ragihandiye.

Gotinên "erka min a tevgerê heye" yên Obama weke "berfirehkirina operasyona leşkerî ya li dijî DAIŞ'ê û destûrnegirtina ji Kongreyê" tê nirxandin.

Tê payîn ku Obama planên xwe yên bi lîderên Kongreyê re parve kiriye, li gorî dema herêmê saet di 21:00 de bi raya giştî re parve bike.

Obama di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de diyar kiribû ku li dijî DAIŞ'ê operayoneke bejahî ne mijara gotinê ye û bi awayekî sergirtî gotibû ku êrîşên hewayî dikare hedefên li Sûriyeyê jî bigire nava xwe û bi vî rengî bê berfirehkirin.