NY ji Enqereyê xwest ji bo Kobanê korîdor veke!
NY ji Enqereyê xwest ji bo Kobanê korîdor veke!
NY ji Enqereyê xwest ji bo Kobanê korîdor veke!
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo Kobanêya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin, korîdorekê veke, “daku dilxwaz bikarin bi ekîpmanên pêwîst ve” di vê korîdorê re derbas bibin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.
Nunerê NY yê Taybet ê Sûriyeyê Staffan de Mistura, îro li Cenevreyê daxuyaniyek da û ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo Kobanê bikeve nava hewldanan. Mistura got: “Ger wisa neke wê dilê cîhanê careke din bi komkujiyeke din a sivîlan biêşe."
DIVÊ TIRKIYE ÇALAKIYÊN BERÇAV PÊK BÎNE
Mistura, di yekemîn civîna çapemeniyê ya ku weke nunerê taybet ê NY’yê li Cenevreyê li dar xist de got: "Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku destûr bide dilxwazên ku dixwazin bi armanca parastinê biçin Kobanê û rê bide ekîpmanên pêwîst bigihînin Kobanê."
Nunerê NY’yê got: “Ji bo pêşdeçûna DAIŞ’ê were rawestandin, divê Tirkiye çalakiyên berçav pêk bîne” û wiha domand: “Ji bo parastina bajêr pêwîstî bi ekîpmaneke xurt heye."
Nunerê N’yê diyar kir ku tenê êrîşên hewayî yên ji aliyê koalîstyona navneteweyî ve pêk tê, nikarin pêşdeçûna DAIŞ’ê rawestînin.
12 HEZAR SIVÎL WÊ BÊN QETILKIRIN
Nunerê NY’yê komkujiyên mezin ên li Bosna û Rûandayê pêk hatin bi bîr xist û got. "Ger bajar bikeve, ji bilî şervanan, nêzî 12 hezar sivîl bêne qetilkirin. Em dizanin DAIŞ dikare çi bike."
Nunerê NY da zanîn ku ji bo krîza Sûriyeyê civîneke sêyemîn a Cenevreyê di rojevê de tune ye. Hêjayê gotinê ye, du konferansê ji bo krîza Sûriyeyê pêk hatibûn, tu encam bi xwe re neanîbûn.
WASHINGTON EKÎBEKÊ DIŞÎNE ENQEREYÊ
Li aliyeke din, hate ragihandin ku rêveberiya Washingtonê bi armanca hevdîtinên bi rayedarên Tirk ên leşkerî re pêk bîne, wê ekîbek wê bişîne Enqereyê.