NY ji bo têkoşîna li dijî Ebola 1 milyar dolar xwest
NY ji bo têkoşîna li dijî Ebola 1 milyar dolar xwest
NY ji bo têkoşîna li dijî Ebola 1 milyar dolar xwest
Neteweyên Yekbûyî ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîka belav dibe milyarek dolar xwest.
Koordînatorê têkoşîna li dijî Ebola yê NY David Nabarro got ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mon wê roja Pênçşemê bangeke seferberiyê bike û wiha got: “Berî niha bi mehekê ji bo têkoşîna li hemberî şewbê me 100 milyon dolar xwestibû. Di nav mehekê de ev derket 10 qatan. Ji ber şewb bi awayekî ku nehatiye dîtin bi lez belav dibe.”
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) jî şewb wek “krîzeke tenduristiyê ya di serdemên modern de nehatiye dîtin bi nav kir.” DSO got ku îsal bi vê vîrûsê 2 hezar 461 kes mirine. Bi kesên mirî re hejmara yên ku bi vîrûsê ketine 4 hezar û 985 e.
Di vê navberê de hat ragihandin ku wê DYA 3 hezar leşker bişîne Lîberyaya ku herî zêde ji vîrûsê bandor bûye. Hat ragihandin ku leşkerên biçin herêmê ji bo avakirina 17 navendên tenduristiyê û ji bo perwerdekirina xebatkarên tenduristiyê wê bixebitin.
Hat diyarkirin ku ji bo Lîberya û Sîerra Leone karibin bi vê vîrûsê re têbikoşin herî kêm pêwîstî bi 600 doktorî heye.