78’emîn Kongireya PEN International (PENa Navneteweyî), bi beşdariya 300 nivîskaran ji 143 navendên PENên cuda ji 102 welatên cîhanê rojên di navbera 10- 15 îlona 2012 de li bajarê Gyeongju a Koreya Başûr pêk hat. Rojeva sereke ya Kongireya îsal ”Wêje, Mediya û Mafê Mirovan” bû. Di kongreyê de rewşa nivîskar û rojnamevanên Kurd ên li Tirkiye û Îranê hate gotûbêjkirin. Biryar hat dayîn ku PEN ji bo rewşa nivîskar û rojanevanên Kurd ên girtî bişînin Tirkiyeyê.
Di kongreya PENê ya navneteweyî de ya bi sernavên “Wêje, Medya û Mafê Mirovan” pêk hat de, di beşa xebat û çalakiyên navendên PENên beşdar de beşek jî li ser xebata Navenda PENa Kurd di warên ziman, azadiya raderbirîn û rewşa nivîskarên Kurd di girtîgehên welatên serdest li Kurdistanê de bû. Di kongreyê de bi taybet rewşa nivîskar-rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan Mihemed Sedîq Kebûdwend û nivîskarê Kurd Mulazim Özcan (Miraz Ronî) yê ku ji doza “KCK”ê ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve hatiye girtin, hate gotûbêjkirin. Di kongreyê de PENên welatên weke Feranse, Alman, hemû welatên Skandînavî, Çek, Mecar, herêma Bask û gelek welatên Afrîkayî bi awayek cidî piştgiriya daxwaz û pêşniyarên PENa Kurd kirin
Şanda Navenda PENa Kurd a ji endamên Komîteya Birêveberiya Giştî Bêrînva Dosky û Abdullah Hîcab pêk dihat, derdarê naveroka kongreyê de ev agahî dan; “78 mîn Kongireya PEN International, bi beşdariya 300 nivîskaran ji 143 navendên PENên cuda ji 102 welatên cîhanê rojên di navbera 10.09. heya 15.09.2012, li bajarê Gyeongju a Korea Başûr birêve çû. Rojeva serek ya Kongireya îsal ”Wêje, Mediya û Mafê Mirovan” bû. Li ser navê Navenda PENa Kurd, endamên Komîteya Birêveberiya Giştî, rêzdaran Bêrivan Dosky û Abdullah Hicab beşdarî kongireya îsal bûn.”
Roja yekê ya Kongireyê bi axaftinên vekirinê, basên giştî li ser mijarên serekeye Kongireyê û kurte raporên di derbarê xebat û çalakiyên Navendên PENên cuda de derbas bû. Axaftinvanên sereke Gilwon Lee serokê PENa Korea Başûr ku di heman demê de xanexwê kongireyê jî bû, John Ralston Saul serokê PEN International, Kwangshik Choe wezîrê Kultûrê yê Koreya Başur û çend nivîskar û kesayetiyên dine navdar ê cîhanî bûn ku di axaftinên xwe de giringî dane erkên serekeye PENa Navneteweyî di warê parastina azadiya raman û raderbirînê de.”
Di daxuyaniya ji aliyê şandeya PENa Kurd ve hate dayîn de wiha hat gotin; “Di beşa xebat û çalakiyên navendên PENên beşdar de beşek jî li ser xebata Navenda PENa Kurd di warên ziman, azadiya raderbirîn û rewşa nivîskarên Kurd di girtîgehên welatên serdest li Kurdistanê de bû.
Di roja duyemîn a Kongireyê de, civînên her 4 komîteyên PEN a Navnetewî bi awayê cuda ji hev birêve çûn. Şanda PENa Kurd di axaftinên xwe de li her çar komîteyên Jinan, Mafê Ziman û Wergêrê, Aştî û Nivîskarên di Girtîgehê de basî bandora rewşa siyasi yên Kurdistanê li ser wêje û zimanê Kurdî û rewşa nivîskar û rewşenbîrên Kurd kir. Basa sereke di Komîteya Jinan de li ser bandora pêvajoya nû ya siyasî li Rojhilata Navîn li ser rewşa jinê û hegera sinûrdartirkirina azadiya di serî de sinûrdare jinan bû. Ji aliyê şanda PENa Kurd ve li Komîteya jinan baseke berfireh li ser rola jina Kurd di pêşketinên siyasî û civakî de hate pêşkêş kirin.”
JI BO AŞITIYA KURDISTANÊ JI BO PEN’Ê BANG
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di Komîteya Aştiyê de behsa şerê ku îro li Bakûrê Kurdistanê birêve diçe û bandora wê li ser jiyana gelê Kurd hate kirin û dubare daxwaz hate kirin ku Komîteya Aştiyê bi awayek çalak ji bo pêşvebirina hizra aştiyê, şiyan û derfetên nivîskaran bikar bîne. Her wisan basî şerê li Sûriye û bandora wê li ser gelê Kurd û şerxwaziya Komara Îslamî û zextên li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin û rewş bi awayek berfireh ji bo nivîskarên beşdar di Komîteya Aştî ya PEN a Navnetewi de hate bas kirin.
Komîteya Aştiyê biryarên xebata xwe ya îsal û pilana karê pêşerojê pişt re pêşkêşî civîna Civata Giştî kir. Di niqaşên di derbarê wê mijarê de bas hate kirin ku ew komîte wê li ser pirsa aştiyê û erka nivîskar û rewşenbîran di dema pêş me de pitir kar bike. Di basên îsal de kêmasiya ku ji ber amadenebûna şanda PENa Kurd di civînên salane ya Komîteya Aştiyê de hatibû pêş ku li derdora heyva Gulanê li Bled a Sloveniya tê girtin, bi eşkere li ber çav bû. Di gel wê yekê jî şanda PENa Kurd karî bas û niqaşên ku hatibûn amade kirin biguhere. Pişti nerazibûna şanda Kurd ji zimanê derbirîna daxuyani û manifestoyên Komiteya Aştiyê, ku bi awayek aşkira û hêjayî giringya meselê basê rewşa li Kurdistanê nekiribû, biryar hate dan ku metna dawî belav nebe heya ku li sala bê li Bled dîsa tê nîqaş kirin. Di wê derbarê de pêwîste ku PEN a Kurd agahiyên pêwîst û daxwazên xwe berya civînan ji Komîteya Atiyê re bişîne.
MAFÊ ZIMAN Û WERGÊRÊ
Basên sereke di Komîteya Mafê Ziman û Wergêrê de li ser wan astengan bûn ku dewletên Tirkiye, Îran û Sûriye danîne pêş zimanê Kurdî. Di basên li ser wê mijarê de hate tekezkirin ku di gel wan astengiyan jî gelê Kurd zimanê xwe yê zikmakî parastiye, kariyê tekstên xwe yên dîrokî vejîne û ziman û wêjeya xwe bigehîne asta zimanên zindiye cîhanê. Lê ji bo ku zimanê me heman derfetên ku zimanê gelên cîran bi dest xistiye bi dest xwe ve bîne, pêwîste ku siyaset û nêzîkbûna dewletên serdest li Kurdistanê di derheqa gelê Kurd de ji bin ve were guhertin û mafê gelê Kurd bi awayê destûrî were misogerkirin.
REWŞA NIVÎSKARÊN KURD
Li ser rewşa nivîsakrên girtî yê Kurd di girtîgehên Îran û Tirkiyê de, basek berfireh li Komîteya Nivîskarên di Girtîgehê de hate kirin. Di wê basê de bi teaybet li ser rewşa serokê Rêkxistina Mafê Mirove Kurdistanê, rêzdar Muhemed Sedîq Kebûdvend raweste hate kirin û Komîte bi awayek berfireh ji rewşa Kebûdvend hate agadarkirin. Dema rewşa nivîskar û xebatkarê Mafê Mirovan Muhemed Sedîq Kebûdvend kete rojeva civînê, piraniya beşdaran piştîvanî ji pêşniyarbiryara PENa Kurd li ser serbestberdana derhale Kebûdvend kirin. Di wê derbarê de biryar hate girtin ku PENa Navneteweyî bi awayek fermî daxwaz ji rêjîma Îranê bike ku rêzdar Kebûdvend demek ji ya din zûtir serbest berde.
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA KURDAN
Komîteya Nivîsakrên di Girtîghean de bi awayek serbixwe jî pêşniyarbiryarek di derbarê siyaseta TIrkiyEYê li dijî raya azad amade kiribû ku di wê de pilana saziyê ji bo çalakiyek taybet li ser wê rewşê di dema pêşiya me de hatibû ragehandin. Şanda PENa Kurd di bas û niqaşên xwe de li ser wan mijaran, bal kişande ser pêla girtinên ku di bin navê têkoşîna li dijî qaşo terorê ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin û ew êriş weke têkoşîna li dijî Gelê Kurd bi nav kir. Di wê basê de bi taybet rewşa nivîskarê girtî, Mulazim Özcan (Miraz Ronî) weke mînak hate ber basê û agahiyên pêwîst di derbarê rewşa wî de ji Kongireyê re hatin ragehandin. Bi taybet li ser wê hindê tekez hate kirin ku nivîskarek weke Miraz Roni li jêr navê têkoşîna li dijî terorê hatiye girtin, di demekê de ku xebata wî bi awayê giştî tenê di warê nivîsandina pirtûkan, kultûr, wergêr û perwerdeya bi zimanê Kurdî bûye. Komîteya Nivîskarên di Girtîgehan de wê rewşa nivîskarê Kurd Miraz Ronî di dema pêş me de bêxe rojeva kar û xebatên xwe.
Bi kurtî şanda PENa Kurd bi awayek çalak karî mijarên di rojeva PENa me de li hemû civînan bîne ber basê û bala beşdaran bikêşe ser rewşa îroye Kurdistanê. Her wisan di basên giştî de, bi awayek berfireh rewşa nivîs û nivîserên Kurd di bin bandora rewşa siyasiye Kurdistanê de hate rojevê û bas li ser hate kirin.”
Di Civata Giştî ya Kongireyê de pêşniyarbiryarek ku ji aliyê PENa Kurd ve li ser Îranê hatibû amadekirin, bi yekdengî ji aliyê beşdaran ve hate pejirandin. Pişt re şanda me pêşniyarbiryara xwe di derbarê rewşa Sûriyeyê de, ku pêştir bi pêşniyarbiryarek giştîtir re ku ji aliyê PENa Danmark ve hatibû amadekirin kiribû yek, anî rojevê û ew pêşniyarbiryar jî bi yekdengî hate pejirandin. Pêşniyarbiryara PENa Kurd li ser mafê Ziman û daxwaza naskirina zimanê Kurdî weke zimanê fermiye gelê Kurd li Tirkiye, bi dijberiya tunde PENa Tirk û piştevanên wê weke şanda PENa Hollanda re rûbirû bû. Wê dijberiyê, rê ji ber yek ji niqaşên herî dirêj e Civata Giştî ya PEN International vekir û piştî nêzîk yek saetê û 5-6 basên têr ji aliyê PENa Kurd ve, pêşniyarbiryar ji aliyê piraniya beşdaran ve û tenê bi 2 dengên bêaliye Tirkiye û Hollanda hate pejirandin. Bi wî awayî yek ji serkevtinên şanda PENa Kurd misoger bû.
ŞANDEK NAVNETWEWEYÎ JI BO REWŞA NIVÎSKAR Û ROJNAMEVANÊN KURD ÊN GIRTÎ DIÇE TIRKIYEYÊ
Her wisan ji aliyê Komîteya Nivîskarên di Girtîgehan de û bi piştgiriya Desteya Birêveber ya PEN a Navnetewi pêşniyarbiryarek li ser rewşa sîstema Yasa û Dad li Tirkiyê û bandora wê li ser rojnamevan û nivîskarên girtî hatibû amade kirin ku ji ber daxwaza PENa Kurd ji bo zêdekirina «nasnameya Rojnamevan û nivîskarên Kurd» di teksta amadekirî de, rê li ber niqaşên berfireh vekir. Di dawiyê de biryar hate dan ku raste di tekstê de nasnameya çi nivîskar û rojnamevanên girtî nayê baskirin, lê şandek wê ji aliyê PEN a Navnetewî ve here Tirkiyê û bi awayek taybet li ser rewşa rojnamevan û nivîskarên girtiye Kurd bi rayedarên Tirkiyeyê re danustanê bike. Pejirandina wê biryarê û pilana PEN a Navnetewi ji bo serdana Tirkiyeyê bêguman wê li ser rewşa nivîskarên giritye Kurd karîgeriyek erênî danê.
Bi awayek giştî, hemû pêşniyarbiryar û basên ku PENa Kurd ji bo kongireya PEN a Navnetewî amade kiribûn, bi awyake berfireh di kongireya PENa Navneteweyî de hem dengvedan û hem jî piştgirî bi dest xistin. Hevdem, li hemû rojên ku Kongire birêve diçû, şanda PENa Kurd bi nivîskar û şandên beşdar re hevdîtin pêk dianîn û rewşa Gelê Kurd, zimanê Kurdî, nivîskar û rojnamevanan û şerê li Kurdistanê ji bo beşdaran bas dikir.
JI PEN’ÊN DIN BO KURDAN PIŞTGIRÎ
Hem di bas û niqaşên Komîteyan de û hem jî di basên civîna Civata Giştiye kongireya PEN a Navnetewi de, gelek şandên PENên welatên weke Feranse, Alman, hemû welatên Skandînavî, Çek, Mecar, herêma Bask û gelek welatên Afrîqayî bi awayek cidî piştgiriya daxwaz û pêşniyarên PENa Kurd dikirin. Ev di demekê de ye ku dewleta Tirk çend heyva berî wê kongireyê pitir ji 300 rojnamevanên hemû welatên Afrîqayî, bi pare û îmkanên xwe dawetî Tirkiyeyê kiribûn, bi qasî hefteyekê di hotelên 5 stêre de mîvandariya wan kiribû û ji bilî buhayê riya hatin û çûn û derdanên xwarin û vexwarin û man û geriyana li Tirkiyeyê, hemû rojnamevan jî xelat kiribûn. Di kongireya îsal de beşek ji wan rojnamevanan beşdar bûn û ev bas bi awayek taybet ji şanda PENa Kurd re anîne ziman.
Hêjayî gotinê ye ku PENa Koreyea bi mîvandariyek li gor kultûra germe welatê xwe, bala hemû şandên mîvan kişand. Xizmetkariya ji dil ya bi dehan lawên xwebexş ku ji roja yekê ya Kongireyê re heya dawî, bê beramber bi şandên mîvan re bûn, rê û cî nîşanî wan didan û hêsankariyên pêwîst pêk dianîn pir balkêş bû. Şanda PENa Kurd di hevdîtina dawî de bi serokê PENa Korea re ku ji bo sipasdariyê pêk hat, ev germî û mivandariya dostane weke nîşaneyek ji nêzîkiya kultûra her du gelên Kurdistan û Koreya Başûr nirxand.
PEN’A YEWNAN JI ENDAMTIYÊ HAT AVÊTIN
Di Kongireya îsal de PENa Lubnan ji bo cara yekê bû endamê PENa Navneteweyî. Her wisan nivîskarên Korea Bakûr ku li derveyî welat PENek serbixwe ava kirine, bi navê Navenda PENa Bakûrê Koreya li Koçberiyê karî îsal bibe endamê fermiye PENa Navneteweyî. Di heman civînê de Navenda PENa Yewnan, ji ber ku erkên xwe yên endametiye bi cîh neanîne, ji endametiya PENa Navneteweyî hate avêtin.
Kongireya îsla her wisan serokên hin komîteyan, endamên Desteya Birêveber ku dibûya bên hilbijartin û endamên Komîteya Lêkolînan hilbijartin. Her wisan hate ragehandin ku kongireya 89 ya PEN International wê di heyva Septembera 2013 de li bajarê Reykyavik, paytextê Îsland bê girtin.
Naveroka biryarên PENa Navneteweyî ku bi destpêşxeriya PENa Kurd hatin pejirandin wê di daxuyanî û ragehandinên PEN International de verin weşandin û pişt re jî di malpera fermî ya PENa Kurd de belav bibin.
Di hevdîtinên cuda yên ku şanda PENa Kurd bi navendên PENên dost re encam danî, her du PENên Çek û Mecar bi awayên fermî PENa Kurd ji bo beşdarî di boneyên ku ew navend wê di dema pêşiya me de bi rêve bibin vexwandin. Şanda PENa Kurd her wisan bersiva pirsên li ser wext û şêweyê lidarxistina kongireya giştî ya Navenda PEN a Kurd da. Di wê derbarê de PENa Navneteweyî wê li benda bi cî anîna biryarên PENa Kurd be.”