Nijadperestiya li dijî wezîra Efrîkî ya Îtalyayê ranaweste
Nijadperestiya li dijî wezîra Efrîkî ya Îtalyayê ranaweste
Nijadperestiya li dijî wezîra Efrîkî ya Îtalyayê ranaweste
Wezîra Entegrasyonê ya Îtalyayê Cecile Kyenge ya bi eslê xwe ji Komara Kongo ya Demokratîk e, ji destpêka wezîfeya xwe û vir ve rastî êrîşên nijadperestî tê. Herî dawî, di dema axaftina li Cervia de, temaşevanekî mûz avêt Wezîr Kyenge.
Yekemîn wezîra Efrîkî ya Îtalyayê Cecile Kyenge ya li Komara Kongo ya Demokratîk hat dinyayê, ji meha Nîsanê dema destpêkirina wezîfeya xwe û vir ve li êrîş û şîroveyên nijadperest rast tê. Li Cervia di dema axaftinê de temaşevanekî mûz avêt WezÎr Kyenge.
Bi armanca şermezarkirina wezîr Cervia, koma rastgir-nijadperes Forza Nuova (Hêza Nû) xwepêşandanek lidar xist.
Di xwepêşandanê de, ji bo pêşniyara Wezîr a "ji her kesên li Îtalyayê hatine dinyayê mafê welatîbûnê bê dayîn" koma nijadperest mankenên di xwîna çêkirî de dakirî, danîn holê. Di belavoka komê de jî gotina "Koçberî dikuje" hat nivîsandin. Bi vê yekê re "sûcên tên kirin" diavêjin stuyê penaberan.
Beriya du hefteyan jî Alîkarê Serokê Senatoyê û endamê Lîga Bakur a Rastgir Roberto Calderolî, wezîra ji Efrîkayê şibandibû "oran-gûtan."