Newroza 2024'an bi cil û bergên Kurdî tê xemilandin

Cawfiroş û dirûnsazên bajarê Amûdê Newroza 2024'an li hemû gelê Kurd pîroz kirin û wiha gotin: "Newroza 2024'an xwe bi cil û bergên Kurdî dixemilîne û dê ji bo gelên Kurd bibe sembola azadiyê."

Bi hatina cejina Newrozê re, Kurdên li cîhanê bi amadekirin û dirûtina cil û bergên gelêrî mijûl dibin, Newroza 2024'an bi rengînbûna cilên li bazaran tê xemilandin. Girêdayî mijarê cawfiroş û dirûnsazên bajarê Amûdê ji ANF’ê re axivîn.

Firoşkarê bi navê Amir Henîfê Newroza 2024'an li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Îsal kirîn û firotina cil û bergên Kurdî ji salên derbasbûyî hinekî kêmtir e. Ev jî ji ber ku Newroz derbasî meha Remezanê dibe. Di navbera îsal û par de gelek guhertin heye, weke çûn û hatinê, kirîn û firotin û derbaskirina kel û pelan. Di demên niha de, awayên dirûtinê roj bi roj tên guhertin. Hem ji ber torên medyaya dîjîtal, hem ji ber pirbûna modelên dirûtinê. Lê gelek keç û xortên bajêr li gorî cawên salên derbasbûyî dixwazin."

Amir Henîfê di dawiya axaftina xwe de wiha da xuya kirin: "Daxwaziya me heye ku hêviya gelên me tu carî neşikê. Ji ber ku bi vîn û têkoşîna gel, dê newroza 2024'an bi aştî û aramî derbas bibe."

Dirûnsazê cil û bergên Kurdî Beşîr Seîd jî axivî û wiha got: "Ev 45 sal in ez vî karî dikim. Di salên derbasbûyî de, tevgera şêniyan bêhtir bû. Ev yek jî ji ber ku newroza îsal di meha rojiya Remezanê de hatiye. Ruxmî êrîş û bombebaranên dewleta Tirk jî, gelên me li hember van êrîşan serî hildidin û bi dilekî geş amadekariyên Newrozê dikin. Newroza 2024'an dê bibe sembola azadiya hemû gelan."