Newroz Tv dê 10 demjimêran weşanê bike

Newroz Tv dê 10 demjimêran weşanê bike

Kanala Kurdan Newroz TV ku Newroza 2007an ji bo cara yekê bi 3 saet weşan derkete pêşberî bi temaşevanên xwe, her ku diçe xwe mezintir dike. Ji 23ê Mijdarê pê ve, ango piştî du rojan Newroz TV wê bi 10 saet weşan û bi bernameyên xwe yên kevin û nû, bi berdewamî hewl bide bibe deng û rengê temaşevanên xwe.

Newroz TV ku 21ê Adara 2007an, ango roja Newrozê ji bo cara yekê bi 3 saet weşan derkete pêşberî temaşevanên xwe dest bi dema nû ya weşana xwe dike.

Bi dema nû ya weşana xwe re Newroz TV, dê êdî rojê 10 saetan bi bernameyên xwe yên kevin û hejmarek beranmeyên nû weşana xwe bidomîne.

Rêveberiya Newroz TV ku du vê derbarê de agahî dan, diyar kir ku ji 23yê Mijdarê, roja înê pê de, ew weşana xwe du saetan zêde dikin. Li gorî vê yekê dê Newroz TV bi saeta navendî ya Ewropayê, di navbera saet 12ê nîvro û 22ê şevê de weşana xwe bidomîne.

Di dema nû ya weşanê de bernemeyên jin, ciwan û zarokan, bernameyên medyayî, civakî û bawerî yên nû jî cih digrin.

Bernameyên bi zaravayê kurdî Hewramî û bi Lorî jî bi berdewamî dê bi hemû rengê xwe bidomin. Ji bilî bultenên kurdî yên bi zaravayên kurmancî, kurdiciya xwarê, soranî û zimanê farisî, di dema nû ya weşanê de bultena bi ingilîzî jî dest pê dike..

Di dema nû ya weşana Newroz TV de saetên bultenên nûçeyan jî tên guhertin.

Li gorî vê yekê; Nûçeyên bi zaravayê kurdiya xwarê - Kelhurî - saet 16.30, nûçeyên bi zimanê Farisî saet 17.00an, nûçeyên bi zaravayê Soranî saet 18.00an, nûçeyên bi zaravayê Kurmancî saet 19an li gorî saeta navendî ya Ewropa wê werin weşandin.

Hêjayî gotinê ye, televizyoneke din a kurdan Çira TV jî wê li ser heman sattelîtê, di navbera saet 10 û 12ê şevê de weşana xwe ya asayî û roja din, di navbera saet 10 û 12ê de jî weşana xwe ya dubare bike.