Nêrgîz: Hunera jinê çavkaniya sûdwergirtinê ye

Flûtvan Îrem Nergîz anî ziman ku jin ji dîrokê ve timî bûye parçeyek bivênevê yê hunerê û got, "Jin bi sedan sal in çavkaniya sûdwergirtinê ya hunerê ne."

Dîroka flûta berwarkî jî weke bilûrê xwe disipêre demên pir dirêj. Li gorî daneyan flûta berwarkî cara pêşî Berî Zayînê di salên 900 de li Çînê hatiye bikaranîn. Li Ewropayê jî ji sedsala 12. de ev cûreyê flûtê ango flûta berwarkî tê bikaranîn. Ji wê demê ve ev amûr bûye parçeyek ji muzîka Rojava. Flût cara destpêkê ku bi armanca leşkerî dihat bikaranîn, di nav bandoyan de cih digirt. Di sedsalên 16. û 17. de êdî di nav gel de jî hat bikaranîn. 

Flûtvanê Elman Theobald Boehm ê di navbera salên 1794-1881 de jiya ye, di pêvajoya ku di hunera xwe de derdiket pêş, dît ku ev flûtên berwarkî di bersivdayîna ji pêdiviyên muzîkê re kêm dimînin, lewma ev cûreyê flûtê bi pêş xistiye. Lewma flûta berwarkî weke Flûta Elman jî tê zanîn. Dîsa ji ber herî zêde di orkestrayan de jî tê bikaranîn, jêre flûta orkestrayê jî tê gotin.
 
Jinên afirînerên civakbûna mirovatiyê bi sedsalan weke pêşeng, alîkar û çavkaniya sûdwergirtinê ya hunerê rol lîstine. Jin timî bûne parçeyekî bivênevê yên hunerê û ev di roja me de bi taybet li Kurdistanê di pêşengiya jinên Kurd de di asta herî berbiçav de didome.

'MELODIYÊN KURDÎ'

Li Amedê jina ciwan a bi navê Îrem Nêrgiz ku berî sê salan dest bi vê hunerê kir û niha li navenda Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê perwerdehiya flûta berwarkî dide, li ser muzîkên Kurdî dixebite. Nêrgiz der barê flûta berwarkî de dibêje, hîna ew zarok bûye ji vê hunerê hez kiriye û xwestiye bi vê enstrumanê muzîk û melodiyên Kurdî lê bixe. Nergîz di sala 1998’an de li gundê Şêliman ê navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dinê û di heman salê de bi malbata xwe koçî navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dike. Nêrgîz dibêje, malbata wê jî malbatek hunerheze û hîna ew 6-7 salî bûye bavê wê timî klamên dengbêjiyê bi wan dida guhdarkirin û ji bo vê yekê hezkirinek pir mezin ji bo dengbêjiyê ya wê heye.

'HEVALÊ HERÎ NÊZ FLÛT E'

Nêrgiz anî ziman ku berî sê salan bi hezkirinek mezin wê dest bi flûta berwarkî kiriye û wiha behsa çîroka xwe ya flûtê kir: "Di sala 2018’an de bi hezkirinek mezin min dest bi flûta berwarkî kir. Du salan li ser hev min perwerdehiya flûtê girt. Piştî perwerdehiyê ez hatim astekê û bi demê re min xwe divê hunerê de bi pêş xist. Niha jî hevalê min ê herî nêz jî flût e. Niha jî di bin sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê re ez perwerdehiya flûta berwarkî didim. Ji ber şewbê tenê min sê meh pewerde da, lê ez ê niha bi daxwazek mezin bi xwendekarên xwe re werim ba hev û dîsa dest bi perwerdehiya flûtê bikim."

'PIRA NABERA GELAN'

Nêrgiz da zanîn ku ew bi klam û melodiyên Kurdî mezin bûye û wiha pê de çû: "Dema ku ez zarok bûm, timî bavê min klamên dengbêjiyê û melodiyên bi Kurdî vedikir. Ji wê demê min xwest ez hînî enstrumankê bibim û klam û melodiyên Kurdî lê bixim. Bi heskirina melodiyên Kurdî min dest bi vê hunerê kir û niha jî tenê muzîk û melodiyên Kurdî lê dixim. Dibe ev enstruman ne ya Kurdan be, lê min xwest ez di vê enstrumanê de xwe li ser muzîkên Kurdî Bİ pêş bixim. Ji xwe têkiliyek xurt a bilûrê û flûta berwarkî bi hev re heye û gelek nêzî hev in. Weke jinek Kurd min jî xwest ez di vê hunerê de xwe bi pêş bixim û bi hunera xwe bibim pira navbera gelan."

'JIN ÇAVKANIYA SÛDWERGTINÊ YA HUNERÊ YE'

Nêrgiz destnîşan kir ku ji dîrokê ve jin timî bûne parçeyekî bivênevê yê hunerê û wiha got: "Jinên afirînerên civakbûna mirovatiyê bi sedsalan weke pêşeng, alîkar û çavkaniya sûdwergirtinê ya hunerê rol lîstine. Jin timî bûne parçeyekî bivênevê yên hunerê û ev di roja me de bi taybet li ser axa Kurdistanê di pêşengiya jinên Kurd de di asta herî berbiçav de didome. Têkiliyek xurt a jinê û hunerê heye.

Weke jinek Kurd, ez dixwazim li gorî çanda xwe hunerê bikim. Ev jî şanaziyê dide min û min kêfxweş dike. Kijan enstruman bibe ji bo Kurdan ferq nake wê li gorî çand û zimanê xwe li wê enstrumanê binêre û lê bixe. Lêxistina moledî û klamên Kurdî ruhê min zindî dike û bêhtir xîtabî ruhê min dike."