BI DÎMEN

Nagîhan Akarsel li Londonê hate bîranîn

Li Navenda Civaka Kurd a Londonê ji ber salvegera 2'yemîn a qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîna ku Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê lidar xist, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de tim û tim dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate qîrîn û ji bo pirtûkên Nagîhan Akarsel standek hate danîn.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî beşdarî panelê bû.

Necîbe Qeredaxî qala cihê Nagîhan Akarsel a li nava têkoşîna azadiya jinê kir û anî ziman ku Nagîhan felsefe, çand û dîrokek e. Necîbe Qeredaxî bi bîr xist ku Nagîhan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin û Tevgera Jinên Kurd wê ti carî Nagîhan ji bîr neke.

Çalakiya bîranînê bi xwendina helbestan bi dawî bû.