Mufetîşên bêçek kirinê li Sûriyeyê ne
Mufetîşên bêçek kirinê li Sûriyeyê ne
Mufetîşên bêçek kirinê li Sûriyeyê ne
Îro mufetîşên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ên NY ku bi pêkanîna biryara têkildarî îmha kirina çekên kîmyewî ên li Sûriyeyê peywirdarin, gihan Sûriyeyê.
Hate ragihandin ku, mufetîş bi karwanekî 20 wesayîtî îro piştî nîvro ji Lubnanê derbazî Sûriyeyê bûne.
Piştî ku DYA û Rûsyayê 14’ê Îlonê li Cenewreyê li hevkirin, Sûriyeyê 19’ê Îlonê lîsteya tesîsên stok û hilberîna çekên kîmyewî radest kirin. pêwîstbû ku ev tesîs di 30 rojan de bêne hûrkolîn. Li gorî li hevkirina DYA û Rûsyayê pêwîste heya nîva 2014’ê çekên kîmyewî bên îmha kirin.
Piştî ku du hêzên mezin li ser Sûriyeyê li hevkirin, mudaxeleya leşkerî ya welatên Rojava a li ser Sûriyeyê jî bidawî bû. Di serî de DYA û welatên Ewropayê ji êrîşa 21’ê Tebaxê li herêma Şamê pêkhat rejim berpirsyar girtin. Rûsya û Sûriyeyê jî digot, ev êrîş provokasyonek ya komên çekdarin.
Beriya vê heyeta ku serokatiya wê Aake Sellstromê Swêdî dikir, lêpirsîna êrîşa 21’ê Tebaxê a li Şamê kiribû û gihabûn encama li vir çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê belê diyar nekiribûn ku, êrîş kê pêkaniye, ji ber ku ew nediket nava peywira heyetê de.
Pisporên NY roja Çarşema 25’ê Îlonê careke din çûne Sûriyeyê û li heft herêmên ku hate gotin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn lêpirsîn meşandin û roja 30’ê Îlonê vegeriyan. Di nava 7 herêmên ku heyet lê lêpirsînê didomîne û çav lê ye heyet heya dawiya meha Cotmehê rapora xwe aşkera bike, di nava van qadan de taxa Kurdan ya Şêxmeqsûd jî heye.
Li gorî pisporan di destê Sûriyeyê de zêdetirî hezar ton çekên kîmyewî ên belavî 45 tesîsan bûne hene. Tê gotin ku, ji vana 300 ton gaza hardal û sarîn e.