'Muavî ya îxtîdara AKP'ê zimanê me, daxwaza me ya siyasî înkar dike'
'Muavî ya îxtîdara AKP'ê zimanê me, daxwaza me ya siyasî înkar dike'
'Muavî ya îxtîdara AKP'ê zimanê me, daxwaza me ya siyasî înkar dike'
Elewiyan bi tevlêbûna hezaran mtîng pêk anîn
Komeleyên elewiyan li dijî "Projeya mizgeft cemxaneyan" bi şîara welatiyên wekhev li Statyuma Sporê ya Teyfik Sirri Gur a Mêrsînê bi tevlêbûna hezaran mitîng pêk anî. Di mitîngê de ji hemû elewiyan hat xwestin ku helwesta xwe ya hemberî hikûmeta AKP'ê zelal bikin.
Li Mêrsînê di pêşengiya Komeleya Çanda Elewiyan, Vakfa Çanda Anadolu ya Hacî Bektaşi Velî û Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê de, li dijî projeya "Mizgeft û Cemxaneyê" bi tevlêbûna hezaran kesan mîting hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku wekheviya welatiyan xwest projeya hikûmetê şermezar kir. Di mîtînga ku li Statyuma Teyfik Sirri Gur pêk hat de Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Elewiyan, Dogan Demir, Serokê Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşi Velî Ercan Geçmez û Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul û gelek nûnerên saziyên elewîe jî di navde bi hezarn kes amade bûn.
Di mitîngê de Şaredarê Akdenizê M. Fazıl Turk û parlamenterê CHP'ê yê erê Fikrî Saglar û parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Aticî û gelek saziyên din jî amade bûn. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn. Girsê di mîtîngê de pankartên "Em welatiya wekhev dixwazin", "Em nabin elewiyên dewletê" û "Ji înkar û asimilasyonê re na" û "Em ji Roboskî û Sêwasê re edaletê dixwazin" û "Şehîdên Geziyê rûmeta me ne" vekirin. Girsê di mitîngê de bê navber siloganên "Her der Taksim her der berxwedan" û "Ji şer re na" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin.
Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, pakêta hikûmeta AKP'ê rexne kir û diyar kir ku ev pakêt ji daxwazên elewiyan re nebûye bersîv û wiha got: "Li tirkiyeyê nasname tên wêderkirin. Elewî, ermenî, kurd, ereb û çerkez divê hemû destê xwe bidin hev û dakevin qadan. Em dixwazin bi hemû kesên nasnameya wan tên înkarkirin re bibin yek. Dibêjin cemxane hêlîna terorê ye. Lê hûn dizani ku di rastiyê de hêlîna terorê cihê kesên Alî Îsmail Korkmaz qetil kir in. Kesên dibin hêlîna terokê kesên li Kurdistanê gund şewitandin, Apê Musa, Ugur Mumcu qetil kirin in. Muavî ya îxtîdara AKP'ê zimanê me, daxwaza me ya siyasî înkar dike. înkara elewiyan û polîtîkaya bişaftinê zulme. Em ji serdema Osmaniyan heta serdema Selçûqiyan 5 caran rastî komkujyê hatin."
Bulbul bang li hemû gelê bindest û elewî kir û xwest di hilbijartina 2014'an dehemû destê xwe bide hev û li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
Serokê Vakfa Çanda Hacî Bektaşi Velî Anadolu Ercan Geçmez jî diyar kir ku înkar û îmhaya elewiyan berdewam dike û xwest hemû elewî li hemberî van polîtîkayên AKP'ê bibin yek û dengê xwe bêtir bilind bikin.
Serokê Komeleya Çanda Elewiyan Dogan Demîr jî ani ziman ku ew ji bo edalet, aştî û wekheviyê li qadan in û dê heta dawî mafê xwe biparêzin.
Mitîng bi konsera Tolga Sag û Cihan Çelik bi stranên kurdî û tirkî bi dawi bû.