Mûallîm: Sûriye wê bi prensîp tevlî konferansê bibe

Mûallîm: Sûriye wê bi prensîp tevlî konferansê bibe

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Velîd Mûallîm da xuyakirin, ku ewê tevlî konferansa li Cenevreyê bibin. Mûallîm got, "Sûriye wê bi prensîp tevlî konferansê bibe."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Velîd Mûallîm, di hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraq Bexdayê de da xuyakirin, ku Sûriye wê bi heyeteke fermî tevlî konferansa meha pêş a li Cenevreyê bibe.

Mûallîm diyar kir ku rêya yekane ya çareseriya krîza li Sûriyê diyalog e û got, "Sûriye wê bi prensîp cihê xwe di konferansê de bigire. Li gorî me ev konferans ji bo çareseriya krîza li Sûriyê firsendeke girîng e."

Hêjayî gotinê ye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Rûsya, li ser giranbûna şerê li Sûriyê li hev kiribûn ku rejîm û mûxalefetê di konferanseke navnetewî de bînin gel hev û mijarên aştî û danûstandina nîqaş bikin. Diviyabû konferans di nava vê mehê de bihata lidaxistin. Lê belê ji ber nezelaliya aliyên şer ên beşdar, konferans ji bo meha Hezîranê paşve hatibû xistin.